Ana SayfaKURDISTANRêveberiya Xweser ya Efrînê li Dor Gef û Êrîşên Tirkîyê Daxuyanî Dide

Rêveberiya Xweser ya Efrînê li Dor Gef û Êrîşên Tirkîyê Daxuyanî Dide

Di daxuyanîyê de hate gotin ku, “Tirkîyê bi armanca dagirkirina zêdetir ji axa Sûrîyê û wêrankirina herêmên mayî girseyên leşkerî ava dike, herwiha gefan li sivîlên ku bi darê zorê ji herêmên dagirkirî hatine koçberkirin, dixwe”.

Hevseroka Meclîsa Xweserîyê ya Efrînê Şîraz Hemo derbara xeterîya van gefan de ji Dengê Amerîka re axivî.

Hemo dîyar kir ku gefên Tirkî aramîya herêmê têk didin û wiha pêde çû, “Êrîş dê karîseteke mirovî bi xwe re bîne, careke din koçberî û kuştina sivîlan dê derkeve, derbara herêma Şehba de jixwe ev dever di şert û mercên xirab de dijî û êrîş pêk were dê hîn rewş zehmetir bibe”.

Herwiha daxuyanîyê bal kişand ku dagirkirina Tel Rifat û Şehbayê tê wateya vekirina rê li ber dagirkirina Helebê ku paytexta aborî ya Sûrîyê ye.

Daxuyanîyê bang li gelê Sûrî kir ku li hemberî gefên Tirkîyê ku dixwaze alozîya Sûriyê berdewam bike bisekinin, herwiha ji civaka navneteweyî daxwaz kir ku bi berpirsyarîyên xwe rabe.

Di vê çarçovayê de Şîraz Hemo hişyarî da ku çi êrîşa Tirkî li bakurê Sûrîyê dê rê li ber vegera terorê veke û kirîza Sûrîyê hîn kûrtir bike.

Hemo helwesta xwe wiha şîrove kir, “Hêzên navdewletî û di serî de Rûsya û Amerîka divê helwesteke rast li hember van êrîş û gefên Tirkîyê nîşan bibin, ku pêwîst e rê nedin careke din pêk werin, çimkî îro çaresrîya sîyasî li gor biryara Meclîsa Ewlekarîyê 2254 pêwîst e pêk were”.

Hêjayî bîr xistinê ye ku Tirkîyê di vê dema dawî de careke din gefa operasyoneke leşkerî li dijî bakurê Sûrîyê dixwe, ku herêmên Minbic û Til Rifetê weke armanc dest nîşan kirine, ji ber vê yekê derbiderên Efrînî ku li herêma Şehba dimînin di nava wê metirsîyê de ne ku careke din bibin qurbanîya êrîşa Tirkî.

VAO

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights