Ana SayfaÇAND HUNERDERBARÊ GOTINÊN WEZÎRÊ PERWERDEHIYÊ DE DAXUYANIYA PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ

DERBARÊ GOTINÊN WEZÎRÊ PERWERDEHIYÊ DE DAXUYANIYA PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ

Platforma Zimanê Kurdî bertek nîşanî helwesta Wezîrê Perwerdehiyê Ziya Selçûk da û got: “Bila hemû kes baş bizane ku Kurd doza statûyeke fermî ji bona zimanê Kurdî dikin. Bila hemû kes baş bizane ku zimanê Kurdî hebûna me ye, nasnama me ye, rûmeta me ye!”

Parlementerê HDP’ê yê Sêrtê ji Wezîrê Perwerdehiyê Ziya Selçûk pirsîbû bê ka xebatên wan ên di warê kurdî de hene yan na, lê belê Wezîr Selçûk gotibû: “Ji xeynî zimanê tirkî, perwerdeheyiya bi zimanekî din ne pêkan e.” Platforma Zimanê Kurdî jî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî helwesta Selçûk da û bal kişand ser kampanyaya ji bo zimanê kurdî û got: “Em bi îmzeyên xwe helwesta xwe baş diyar bikin. Bila hemû kes baş bizane ku Kurd bi zimanê xwe mafê perwerdehîyê dixwazin. Bila hemû kes baş bizane ku Kurd doza statûyeke fermî ji bona zimanê Kurdî dikin. Bila hemû kes baş bizane ku zimanê Kurdî hebûna me ye, nasnama me ye, rûmeta me ye!”

Daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî ev e:

“Komisyona 21 ê Sibatê kampanyayekî ji bona perwerdê bi zimanê Kurdî destpê kiriye. Kampanya bi zelalî ji rayedarên dewletê dixwaze ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde û bibe zimanê fermî. Ji bona vê armancê Komisyona 21ê Sibatê îmzeyan kom dike. Him li ser internetê û him jî fizîkî ev xebat bi biryardarî berdewam e. Platforma Zimanê Kurdî aktîf di nava vê xebatê de ye. Em dixwazin ku gelê me gelekî çalak beşdarî vê kampanyayê bibe.

Piştî kampanya ji bona zimanê Kurdi em gelek caran pêrgî çalaki, peyam û daxuyanîyên berpirsên dewletê jî dibin. Berpirsên dewletê di pirsa zimanê Kurdî de gelek caran bi xwe re dikevin nava nakokîyan. Ya herî dawî jî me ji wezirê perwerde Ziya Selçûk bihistiyê. Wezîr Selçûk di bersiva xwe ya ku daye parlamenterê Sêrtê Sıddık Taş de, wezir Selçûk dibêje; “Ji derveyî zimanê Tirkî perwerde bi zimanê dayikê nabe!” Mirov di van bersivan de bi rastî matmayî dimîne. Ma gelo wezirê perwerdê nizane ku îro li dibistanên navîn û hinek zanîngehan perwerdehî bi zimanê Kurdî û gelek zimanên din ji dibe? Ma dersên bijarte û perwerda li zanîngehan ne bi zimanê Kurdî dibe? Ma gelo ev ziman hemû ji ne zimanên dayîka ne? Ev çi sergêjekî ye? Ma tenê zimanê Tirkî zimanê dayîkê ye? Weke ku baş dîyar e, her ziman bi xwe zimanê dayîkekê ye!

Wezirê Perwerdê Ziya Selçûk bi xwe di zanista perwerdê de profesor e. Mirov gelek caran çaverê dike ku mirovên wusa di bersivên xwe de bêtir mafên ziman, kultur û perwerdê bi pîvanên nûjen û zanistî pêşkêşi raya giştî bikin. Mirovên wusa diviyabû xwedî li mafê mirovan, nirxên demokrasi û wekheviyê derkevin û li çareseriyên pirsgirêkan bigerin. Lê dubarekirina dîtin û helwestên ku bi sedsalan e Komara Tirkiyê parastine, îro bi rastî xitimîne. Ev tiştekî eşkere ye. Heta niha rayedarên dewletê di pirsa ziman de tu çareserîyên tebût pêşkêşî gelê Kurd nekirine. Di bersivên xwe de tenê roja xwe derbas dikin û mafê zimanê dayîkê piştguh dikin. 

Li beramberî van helwest û dîtinên şaş, em Platforma Zimanê Kurdî bangî gelê xwe dikin; bi hemû hêza xwe, bawerîya xwe, bi parastîna mafê zimanê xwe beşdarî kampanyaya zimanê Kurdî bibin. Em bi îmzeyên xwe helwesta xwe baş diyar bikin. Bila hemû kes baş bizane ku Kurd bi zimanê xwe mafê perwerdehîyê dixwazin. Bila hemû kes baş bizane ku Kurd doza statûyeke fermî ji bona zimanê Kurdî dikin. Bila hemû kes baş bizane ku zimanê 

Kurdî hebûna me ye, nasnama me ye, rûmeta me ye!

Em Kurd mafê zimanê xwe dixwazin!”

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights