Ana SayfaKURDISTANPARTİYÊN BAKUR BANG LI BARZANİ DIKIN!

PARTİYÊN BAKUR BANG LI BARZANİ DIKIN!

Şerê ku li Bakûr didome û buye sedemê kavilkirina bajaran û kuştina bi sedan însanan di siyaseta kurd dibe sedemê lêgerînên aştiyê jî. Ji bo rawestandina şer, partiyên siyasî yên Bakûr bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin ku bikeve dewrê û Proseya Çareseriyê di navbera PKK’ê û dewletê de careke din destpêbike.

Hefteya borî Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatibû Stenbolê. Barzanî li Stenbolê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan û SerokwezîrAhmet Davutoğlu re civiyabû. Hatibû eşkerekirin ku Neçîrvan Barzanî ji rayedarên Tirkiyê re li ser rewşa dawî ya herêmê, enerjî, ewlekarî, DAIŞ û PKK’ê gotûbêj kiribûn. Herwiha tê îddîakirin ku ji bo vegera Proseya Çareseriyê hewldanên RHK’ê hene û bi pêşengtiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ew ê prose dîsa destpêbike. Her wiha tê gotin kudemeke nêzîk de Serokê RHK’ê dê bi vî bonê serdana Tirkiyê bike. Li aliyê din fişarên Amerîka jî ji bo rawestandina şer li ser PKK’ê û Enqere berdewam. Washington hefta borî ku Nûnerê Obama Mac Gurk şandibû Hewlerê, ji Barzanî daxwaza navbeykariya PKK û dewleta tirk kiribû. Li aliyê din li gor çavkaniyên heremê rêvebiriya Qendîlê naxwaze ku vegera ser masaya aştiyê bi rêya Hewlêrê be. Qendîl dixwaze dewleteke din bibe garantorê pêvajoyeke nû.

Çiftyürek: Kak Mesûd bikeve dewrê wê gelekî baş be

Serokê Partiya Sosyalîst û Azadiyan (ÖSP) Sinan Çiftyürek ji BasNûçe’yê re ragihand ku hevdîtinên HDP û DBP’ê di demekî nêzîk de serdana Nûnertiya PDK li Enqerê kirin û ev diyalog bi awayekî divê di hemû qadan de bidome. Çiftyürek bal kişand li ser pêwendiyê partiyên kurdan û wiha pê de çû: “Me got pêwendiyê wiha gelek baş in. Kak Mesûd bikeve dewrê û mîsyoneke ji bo vê rewşê werbigre em hêvîdarin bo gelê kurd wê baş be. Dewleta tirk, naxweze hezekî nawnetewî bikeve nav pirsgirêkê. Eger Kak Mesûd Barzanî qebûl bikin ji bo çareseriya vê pirsgirêkê ku li Bakûr bo fikra min baş be û ji bo gelê me yê Bakûr jî dê baş be.” Serokê ÖSP’ê diyar kir, ku li Bakûrsiyaset di bin bandora leşkeriyê de dimeşe û zû an derneg dê dîsa vegera mase ya aştiyê çêbibe.

Türk: Gel daxwaz ji Barzanî heye

Şaredarê Mêrdînê Ahmet Türk jî daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku bo bidawîkirina şer û rewşa aloz a li Bakûrê Kurdistanê wek rêbereke kurdan rola xwe bibîne. Ahmet Türk ji Barzanî xwest, ku bo rawestandina şer û pevçûnan û destpêkirina proseya aştiyê li Bakûrdestpêşxeriyê bike.Türk ji rojnamevanan re got, çarenivîsa kurd li her 4 parçeyên Kurdistanê bi hev re girêdayî ye û gerek roj bi roj gotûbêj û diyalog di navbera kurdan de bo çareserkirina arîşeyan berfirehtir bibe. Türk herwiha anî ziman ku li Bakûrdi nav gel de jî daxwazekê wisa heye ku Barzanî wek lîderekî kurdan rola xwe ya erênî di bidawîkirina şer û pevçûnan de bibîne. Türk anî ziman ku eger kurdên Bakûrbên tepeserkirin, piştre dê arîşe ji bo kurdên Rojava û Başûrjî durist bibin.

Di derbarê vegera Proseya Çareseriyê ku ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tê xwestin, rayedarên partiyên Bakûrê Kurdistanê jî daxwaz ji Barzanî dikin ku ji vegera Proseya Çareseriyê bikeve dewrê.

Bucak: Bawerî bi Barzanî heye

Serokê Platforma Demokratîk a Kurdistanê ya Bakûr (PDK – Bakûr) Sertaç Bucak diyar kir, ku ji bo çareseriyê û pêvajoya aştiyê Serokê Herêma Kurdistanê her tim dewrekî pozîtîf û ji bo destpêkirina pêvajoyê rolên girîng lîstiye. Bucak bak kişand ser şer û pevçûnan ku didome û wiha got: “Niha şer bi berdewam dikeû bahsa agirbestê nîne. Hikûmet jî her car dubare dike ku divê hêzên PKK’ê derkevin derveyê sînor. Ji bo vê yekê heta hinek atmosfera siyasî nebe mirov nikare destpêbike. Eger cenabê Mesûd Barzanî bikaribe rolekê bilîze ji bo sekinandina şer bawer im ev xebatekî pîroz e û divê hemû kurd û tirk piştevaniya wî bikin. Lê ev tiştekî gelekî zor e jî. Gelek alozî hene niha. Hêvîdar im ku ev rewş baş be.”

Bucak destnîşan kir ku bi nermbûna siyasetê pêwîst e ew şer bi awayek bê sekinandin û wiha got: “Barzanî ne wek siyasetvanekî Rojhilata Navîn e. Li cîhanê de jî weke xwedî bawerî tê naskirin. Herkes baweriyê bi gotina wî dike. Divê herdû alî jî amade bibin ji bo Pêvajoya Çareseriyê. Bi vê yekê ew tişt ne tenê girêdayî cenabê Serok e. Çiqas tesîra wî mezin be jî pêwîst e aliyên şer ji bo aştiyê alîkar bin. Mixabin ez vî tiştî nabînim.”

 

Özçelik: Lazim e Barzanî roleke esasî bilîze

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik jî destnîşan kir ku ji bo rawestandina şer û Proseya Çareseriyê ew ê piştewaniya Serokê Herêma Kurdistanê bikin û helbet danustandinên PKK û dewletê şer rawestandina berê û Pêvajoya Çareseriyê ya sê salan dewam kir, rola Mesûd Barzanî gelek hebû û her wiha niha jî gav bê avêtin ewê piştgiriya wê bikin. Özçelik gotdivê hemû partiyên Bakûr jî di nava Proseya Çareseriyê cîh bigrin û wiha got: “Di vê meselê de me gelek caran daxuyanî dan, Pêvajoya Çareseriyê di wê dema sê sal pêştir jî çênebûye. Tu pêvajoya çareseriya kurd û Kurdistanê nehatiye rojevê û tu bername jî tune bû. Eger pêvajoyekê nûh destpêbike ne tenê PKK û dewlet divê temamê partiyên Bakûrligel dewletê rûnên. Sedî 100 divê pêvajo zelal be û partiyên Bakûr hemû di nav vê meselê de bin. Divê garantorê navnetewî jî hebin. Divê meselê de lazim e Serok Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê rolek esasî bilîze.”

Serokê PAK’ê wiha berdewam kir: “Dewleta Tirkiyê bi tu awayî vî şerê ranawestîne û dibêje heta yek kes bimîne ew ê vî şerê bidomînin. Divê gelê kurd hêza xwe li Bakûrbikin yek, ji sedî 90’ê gelê Bakûrli dijî vê şerî ye. Divê em hemû hêza xwe bikin yek li dijî êrişên dewletê û PKK’ê di nav bajaran de rawestin. Em bangî dewletê dikin dev ji şer berdin, werin em hemû partiyên kurdan digel dewletê rûnên û pêvajoyekê nûh destpêbikin. Bang li PKK’ê dikin bila dev ji şerê berde, şer zirarê dide gelê me.”

Bozyel:Barzanî dikare roleke mezin bilîze

Rêveberê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî di derbarê Proseya Çareseriyê de diyar kir ku ew şer û pevçûnên ku îro didome zirarê dide kurdan, tirkan û dostên wan û ew zanin ku Herêma Kurdistanê û Amerîka jî ji vê pêvajoyê nerazîne. Bozyel anî ziman ku ji bo vê yekê ji hinek aliyan de dixwazin him PKK û dewlet carekê din wegerin ser maseyê, lê xuyaye di vê meselê de ku carekê din destpêbike divê PKK helwesta xwe zela bike. Bozyel bal kişand li ser rola Barzanî jî û wiha got: “Herêma Kurdistanê dikare roleke mezin bilîze. Ji ber ku rûmeta wan him li cem Tirkiyê û him jî PKK’ê heye. Herêma Kurdistanê perçeyekî vê meselê ye. Di vê çarçovê de dema mirov binirxîne Herêma Kurdistanê di destpêka pêvajoyekî nûh de dikare rolekê bilîze, berê jî lîstibûn. Hewceye dîsa vê rolê bilîze. Ji ber ku ev şer û pevçûn xisarê dide Herêma Kurdistanê jî.”

Kardaş: Bandora Barzanî zêde

Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Tirkiyê (PDKT) Mehmet Emin Kardaş jî eşkere kir ku di derbarê mijara aştiyê de rola Mesûd Barzanî bi bandor e. Kardaş diyar kir ku hikûmeta Tirkiyê çawa vê meselê dinirxîne ne eşekere ye û wiha pê de çû: “Evqas însan hatine kuştin, evqas der xerabûne. Giraniya Mesûd Barzanî heye. Em hêvî dikin ku vê rolê werbigre. Ew jî dixwaze kuştin û şer li Kurdistanê de bi dawî be. Berê sê salan birêz Celal Talabanî ketibû dewrê. Wê wextê rewş ne evqas giranbû. Öcalan bi dewrê de bû. Lê îro zehmet bûye. Ez bawer nakim ku Barzanî bixwaze jî rewş gelek zor û zehmet bûye. Rewş ne wek rewşa beri ye. Eva çend meh in ku bajar xeradibin, koçberî çêdibe. Her roj herî kêm 20 însan tên kuştin. Ew çendProseya Çareseriyê ji ber vê rewşê rehet nîne. Ez texmîn nakim ku demekê nêzik de pêvajo destpêbike.”

 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights