Ana SayfaKURDISTANPAK, PSK û Hereketa Azadî: Em serê xwe li himber tu êrîşan...

PAK, PSK û Hereketa Azadî: Em serê xwe li himber tu êrîşan natewînin; Ala Kurdistanê nirxa me ya neteweyî ye

Di encama operasyonê de polîsan dest danîn ser alayên kurdistanê û kel û pelên wan partîyan û sekretere giştî yê Hereta Azadî Metîn pîranî jî binçev kiribûn. Sedema fermî a serdagirtina wan partiyan nehat eşekerekirin lê ew partî dibêjin “Me boneya  17ê Berfanbarê Roja Alaya Kurdistanê ala Kurdistanê bi avahiyên xwe ve kiribûn sedema operasyonê ev bû.” Îro di konferansek hevbeş a rojnamevanî de gelek partiyên Kurdî, saziyên sivil û kesayetên siyasî piştgiriya xwe ji PAK, PSK û Tevgera Azadî re ragihandin û bertek nîşanî operasyonê dan û gotin “Alaya Kurdistanê nirxeke herî mezin a neteweyî, niştimanî ya hemû Kurd û  Kurdistanîyên cîhanê ye. Tu kes nikare vê nirxê neteweyî qedexe bike. Em tu qedexeyên li ser Alaya Kurdistanê qebûl nakin, emê li himberî tu êrîşan serê xwe netewînin.”

Doh li Amedê bi daxwaza serdozgerê komarî û bi biryara 1emin Dadgeha Sulh û Cezayê ya Amedê bi operasyonek hevdem polêsan avêtên ser navenda Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Tevgera Azadî yâ îslamî û bi saetan li navendên wan partiyan lêgerîn kirin.

Ji bo operasyona ser wan partiyan hincetek bi fermî nehat ragihandin lê li gorî nûnerê wan partîyan bi boneya 17 Berfanbarê Roja Alaya Kurdistanê wan alayên Kurdistanê bi ser avahiyên xwe ve bilindkirinê û sedema vê opresyonê jî ew e.

Berdevkê PAKê Henîfî Tûran got “Em vê biryara serdozgeriya Komarê ya Amedê û helwesta polîsên Amedê ya li ser Hereketa Azadî, PAK û PSKê jî, êrîşên bere jî, wek êrîşên li hember nirxa neteweyî, niştimanî ya gele Kurdistanê, êrîşeke li hember azadiya xwe îfadekirinê, li hember xebata rêxistinî dibînin. Em van êrîşan van biryaran şermezar dikin. Alaya Kurdistanê nirxeke herî mezin a neteweyî, niştimanî a Kurd û Kurdistaniyan e.”

Di encama operasyonê de polîsan li navendên wan partiyan alayên kurdistanê anîn xwarê û li gel alayan Kurdistanê dest danîn ser harddiskên komputuran, pirtûk, kovar û gelek materyal û kel û pelên wan partiyan. Îro li Amedê gelek partiyên Kurdî, saziyên civakî û kesayetên siyasî bo ragihandina piştgiriya xwe a ji bo PAK, PSK û Hereketa Azadî di konferansek rojmamevanîyê lidarxistin.

Serokê Partî Demokratî Kurdistan Tirkîye (PDK-T) Mihemed Emîn Kardaş dibêje “Ev ne êrîşa yekemîne,ne jî êrîşa herî dawîye jî. Halê me û vê dewletê ev e.”

Alîkarê Serokê PSKê Hesen Dagtekîn diyar kir “Di hiqûqê de cîhê veya tune ye. Çimkî daliqandina alê ne sûc e.Di kanûna cezayê de,di sîstema cezayê de heke tiştek sûc be divê tu wê binav bikî mueyîdeya wî daynî.Li vir tiştek wisa nehatîye binav kirin. Ji ber wî jî ev ne sûc e.”

Alîkarê Serokê Partîya însan û Azadî (PÎA) Ehmed Kaya ragihand “Ev bûyer bû sedema xêrekî jî ji me Kurdan re. Yanî hişmendiya me bi sere xwe belkî me nagihîne ba hevdû. Lê bele van êrîş û van zulman dibe sedem ku em weirn ba hev. Ev wêne wêneyek baş bû. Ji bo wî encamek xêrê derxist holê ez bi wî bawerim.”

Di heman operasyonî de Sekretere Giştî yê Tevgera Azadî Metîn Pîranî hatibû binçevkirin. Metîn Piranî piştî îfade dayîna li navenda ewlehîya ya dijî terorê dê derkeve pêş dadgehê.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights