Ana SayfaCÎHANAmerîka Hişyarîyê Dide Tirkiyê li dor Hinardekirina ku Wek Hewlên Şer Tê...

Amerîka Hişyarîyê Dide Tirkiyê li dor Hinardekirina ku Wek Hewlên Şer Tê Dîtin

Amerîka di rojên borî de hişyarî da Tirkiyê li dor hinardekirina madeyên kîmyayî, mîkroçîp û berhemên din ên ku dikarin di şerê Moskoyê li Ukraynayê de bên bikaranîn, û got ew dikare ji bo cezakirina kompanî û bankên Tirkiyê yên ku cezayan binpê dikin, ceza bike.

Brian Nelson, berpirsê payebilind ê cezayan ê Wezareta Xezîneya Amerîkayê, roja Pêncşem û Înê seredana karbidestên hikûmeta Tirkîyê û sektora taybet kir, daku daxwaza hevkarîyê bike jibo astengkirina şandina kelûpelên weha.

Di axaftinekê de ji berpirsên bankan re, Nelson got zêdebûna berbiçav a salekê ya hinardekirinan bo Rûsyayê dihêle ku saziyên Tirkiyê “bi taybetî rastî cezayan, an jî an gihîştina bazarên G7 ji dest bidin.

Wî got di deqeke axaftina ku ji hêla Xezîneyê ve hatî weşandin de got divê ew “tedbîrên zêde bigirin da ku ji danûstandinên têkildarî veguheztinên teknolojiya dualî yên ku dikarin ji hêla komgeha pîşesaziya leşkerî ya Rûsî ve werin bikar anîn, dûr bixin.”

Di hevdîtinên Enqere û Stenbolê de, Nelson û şandeke pê re bal kişand ser hinardekirina bi deh mîlyon dolaran bo Rûsyayê ku fikaran zêde dikin, li gorî berpirsekî payebilind ê Amerîkî ku nexwest navê xwe aşkere bike.

Berpirs got, “Ti surprîz nîn e… ku Rûsya bi awayekî çalak digere da têkiliyên aborî yên dîrokî yên ku li Tirkiyê hene bi kar bîne.” Pirs ew e ka bersiva Tirkiyê dê çawa be.”

Endama NATOyê Enqere wek prensîb li dijî cezayên berfireh ên dijî Rûsyayê ye, lê dibêje ku ew ê wan binpê neke û ji rojava daxwaz dike ku her belgeyekê pêşkêş bike.

Welatên rojavayî piştî dagirkirina Moskoyê nêzî salek berê bend û ceza li ser hinardekirinê danîn, lê kanalên dabînkirinê ji Hong Kong, Tirkiyê û navendên din ên bazirganiyê vekirî mane.

Enqerê di dirêjahiya şer de têkiliyên xwe yên baş bi Mosko û Kyiv re hevseng hîştine, danûstandinên destpêkê di navbera aliyan de pêk anîn û di heman demê de ji bo şandina genim ji Ukraynayê jî alîkar bû.

Çavkanî: Reuters / VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights