Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊParêzgariya Mêrdînê konsera hunermendê Kurd qedexe kir

Parêzgariya Mêrdînê konsera hunermendê Kurd qedexe kir

Konsera hunermendê Kurd Azad Bedran a li navçeya Nisêbînê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê hat qedexekirin. Bedran li ser hesabê xwe yê medya civakî nerazîbûn nîşan da û got, “Ev ne yekem û nabe dawî jî lê em dê di 14ê Gulanê de dawiyê li vê zîhniyeta qedexeker bînin.”

Biryar bû hunermendê Kurd Azad Bedran roja 14ê Sibata 2023an li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê konserekê saz bike, lê Bedran roja Şemiyê 4ê Çileya 2023an li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku konsera wî ji aliyê parêzgariya Mêrdînê ve hatiye qedexekirin.

Azad Bedran diyar kir ku konser di çarçoveya qedexeya çalakiyan a 28ê Çile ya Mêrdînê de hatiye qedexekirin û got, “Konsera me 2 roj piştî dîroka giştînameyê ye (qedexeya çalakiyan). Gelo parêzgarî ji vê agahdar e?”

Hunermendê Kurd her wiha derbarê biryara parêzgariyê da nerazîbûna xwe pêşan dide û dibêje, “Ev ne yekem û nabe dawî jî, lê em dê di 14ê Gulanê de dawiyê li vê zîhniyeta qedexeker bînin.”

Azad Bedran 2ê Sibata 1993an li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û yekem albuma wî ya muzîkê bi navê Rêwiyên Şad e. Piştre sala 2018an ligel Hevserokê Berê yê HDPê Selahahttîn Demîrtaş stranek got ku gotinên wê ji aliyê Demîrtaş ve hatibûn nivîsîn. Bedran di strana herî dawî ya HDPê ya hilbijartinan de jî ligel hejmarek hunermendên Bakurê Kurdistanê beşdar e.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights