Ana SayfaSIYASETNobeta Edaletê bi dawî bûye: Bila li Îmraliyê hiqûq were pêkanîn

Nobeta Edaletê bi dawî bûye: Bila li Îmraliyê hiqûq were pêkanîn

Cîgirê Serokê Koma HDPê Sarûhan Olûç diyar kiriye ku tecrîda li Îmraliyê parçeyek ji polîtîkaya tunekirina destkeftiyên demokratîk ên gelê Kurd e û xwestiye hiqûq were pêkanîn.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêkbîne dabûn destpêkirin di roja 32emîn de bi dawî bûye.

Parlamenter Gulistan Kiliç Koçyîgît, Alîn Kenanoglû, Muazzez Orhan, Kemal Bulbul, Abdullah Koç, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Ayşe Surucu, Kemal Pekoz, Ridvan Tûran û Huseyîn Kaçmaz bi pankartên li ser “Bila li Îmraliyê hiqûq were pêkanîn” û “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” nivîsandiye li baxçeyê Meclisê daxuyanî daye. 

Çalakî bi dawî bûye 

Cîgirê Serokê Koma HDPê Sarûhan Olûç ê di nobetê de axiviye û daye zanîn ku di roja dawî ya Nobeta Edaletê de ne. Olûç, diyar kiriye ku demekî dirêj e li Îmraliyê tecrîd didome û wiha gotiye: “Di cîhanê de mînakeke wiha nîne. Wezareta Dadê û desthilatê mînaka ku li cîhanê nebe careke din li Tirkiyeyê afirand. Tecrîd ne tenê hevdîtina ku bi parêzer û malbatê re neyê kirin û bi telefonê neyê axaftine, tecrîd di heman demê de ji holê rakirina hiqûqê ye. Her wiha tecrîda li Îmraliyê parçeyek ji polîtîkaya tunekirina destkeftiyên demokratîk ên gelê Kurd e”

Olûç, bi lêv kiriye ku ji Adara 2021an ve ji Ocalan agahî nayên girtin û weha gotiye: “Bi awayekî aşkere hiqûqa netewî û navnetewî tê binpêkirin. Peymanên navnetewî ku Tirkiyeyê îmzekirine tên binpêkirin. Ev mijar di qada navnetewî de bûye mijara hiqûqnasan. Vê desthilatê Tirkiye xistî ye vî halî.” 

Olûç destnîşan kiriye ku li dijî tecrîda ku Wezareta Dadê û rayedarên desthilatê dibêjin tune ye, raya giştî ya cîhanê vê tecrîdê nîqaş dike û serdanên ku beriya niha gelek parêzeran bi daxwaza hevdîtina bi Ocalan re kiribûn bi bîr xistin. 

(RT/AY)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights