Ana SayfaGIŞTÎABORÎLi gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e

Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e

TUÎK’ê enflasyona meha çileyê eşkere kir û got ku ji sedî 6,65 e. 

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyonê yên meha çileyê eşkere kir. Li gorî TUÎK’ê enflasyona meha çileyê ji sedî 6,65 e. Her wiha enflasyona salane jî weke ji sedî 57,67 eşkere kir. 

Li gorî daneyên Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) jî enflasyon di meha çileyê de ji sedî 9,18 û ya salane jî ji sedî 121,62 ye. s

ENAG’ê daneyên enflasyonê yên meha çileyê parve kir

Li gorî daneyên ENAG’ê, di meha çileyê de enflasyon ji sedî 9,18 zêde bû û di tevahiya salê de jî bû ji sedî 121,62.

Li gorî daneyên Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG); Endeksa Fiyetê Mezêxeran (E-TUFE) di meha çileyê de ji sedî 9.26 zêde bû. Her wiha hat destnîşankirin ku E-TUFE di 12 mehan de ji sedî 121.62 zêde bû. 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights