Ana SayfaCÎHANIHRNGO Dibêje Hezên Dewleta Îranî Heta Niha 488 Kes Kuştine

IHRNGO Dibêje Hezên Dewleta Îranî Heta Niha 488 Kes Kuştine

Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê (IHRNGO) îro Înê ragihand ku di xwepêşandanan de herî hindik 488 kes ji alîyê hêzên ewlekatî ve hatine kuştin ku 64 ji wan zarok, 39 jî jin bûn.

IHRNGO da zanîn ku bi kêmî ve 107 xwepêşander di bin xeterîya darvekirinê û cezayê mirinê nê.

Rêxistina mafê mirovan herwiha dîyar kir ku di 26 rojên pêşîn yên sala teze de, herî hindik 55 kes hatine sêdare kirin ku 37 ji wan girêdayî tawanên madeyên hişbir in.

IHRNGO bal kişand ew kesên darvekirî jî mîna xwenîşanderan ji hêla Dadgehên Şoreşgerî ve, bê prosesa sîstema dadwerîyê û mafê rewa yê xweprastinê hatine darizandin.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights