Ana SayfaKURDISTANLi Efrînê ji ber girtina du keçan alozî derket

Li Efrînê ji ber girtina du keçan alozî derket

Li nahyeya Bilbilê ya ser bi herêma Efrînê ve şeva Şemî li ser Yekşemê grûpa çekdar a Sultan Murad a ser bi Tirkiyê ve du jinên ereb girtine û tevî hewldanên xelkê û kesayetan, wê grûpê red kiriye ku wan jinan berde.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye, çekdarên grûpa bi navê Firqeya Sultan Murad 2 keçên erebên hawirdekirî yên ji Xûteya rojhilatê Şamê girtine.

Li gor hin agahiyan, ew her du keç dema dixwestin derbasî nav axa Tirkiyê bibin, ji aliyê çekdarên Sultan Murad ve hatine girtin û li beramber berdana wan daxwaza pere dikin.

Hatiye ragihandin ku erebên ji Xûteya Rojhilat û kesayetên mezin û rîspiyan daxwaz ji çekdarên Sultan Murad kirine ku her du keçan berdin, lê çekdaran ew daxwaz red kirine.

Li gor Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê, çekdarên Sultan Murad bi hinceta Istixbarata Tirkiyê nahêle ew keç bên berdan, azadkirina wan red kiriye.

Ji ber wê yekê, di navbera çekdarên Sultan Murad û erebên ji Şamê û grûpa Ceyş El-Îslam de, alozî derketiye.

Li gor zanyariyan, çekdarên Ceyş El-Islam demek ji Firqeya Sultan Murad re diyar kirine ji bo serbestberdana wan herdu keçên girtî.

Ev yek di demekê de ye, ku bi sedema grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê li Herêma Efrînê, bêserûberiyek heye, herwiha şer û pevçûnên navxweyî di navbera wan grûpan de derdikevin û gelek kesên sivîl dibin qurbanî.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights