Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊDerbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn

Derbarê rojnamevan Kartal de biryara girtinê hate dayîn

Rojnamevan Sezgîn Kartal ê di bin çavan de , piştî kirariyên îfadeyê yên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê hate kirin. 

Rêxistinên Elewiyan ji bo rojnamevan Sezgîn Kartal ê di 10’ê çileyê de bi serdegirtina polîsan hate binçavkirin û ji bo kirariyên îfadeyê anîn Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê li ber deriyê edliyeyê daxuyanî dan. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, gelek rojnamevan, partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya Azad Nikare Were Bêdengkirin’ hate hilgirtin û her tim dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Çapemeniya Azad Nikare Were Bêdengkirin” hatin berzkirin. 

Ji Tora Piştevaniya Rojnamevanan (GDA) Atakan Sonmez, bal kişand ku Kartal di 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin de hatin binçavkirin û wiha got: “Rojnamevan û Kartal ji bo heqîqetê ragihînin karê xwe dikin. Lê ji ber vê yekê zext li wan tê kirin. Ji ber mafê agahî girtinê diparêzin tê xwestin were girtin. Dê li vî welatî heqîqet serbikeve.”

PIŞTGIRIYA JI BO KARTAL

Serokê Federasyona Komeleyên Elewî Bektaşî Mûstafa Aslan jî anî ziman ku zextên li ser rojnamevanan zêde bûne û wiha got: “Ev bizava dawî ya desthilata ku welat aniye rewşeke ku nikare were birêvebirin e. Ez dixwazim hemû rojnamevanên girtî bên berdan.”

Serokê Giştî yê Komeleyên Çandê yên Pîr Sûltan Abdal Cûma Erçe jî anî ziman ku Kartal rojnamevanekî elewî ye û ev tişt gotin: “Kartal dengê elewiyan e. Em hemû neçarin ku mil bidin milê hev û vê têkoşînê mezin bikin.” 

KARTAL PÊNÛSEKÎ AZAD E

Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay jî wiha got: “Serê dewletê û polîs bûna çeteya mafyayan. Organîzasyoneke mafyatîk welat bi rê ve dibe. Wezarî Karên Hundir ku wêneyê wî her roj bi rêxistineke sûc, gendelî, talankirina gel û baronên tiryakê tê weşandin, hema hema hemû hêzên demokrasiyê sûcdar îlan dike. Her wiha hêzên ewlehiyê jî weke amûreke zextê bi kar tîne. Kartal pênûsekî azad e. Hevalekî me ku li pey heqîqetê ye. Ji ber xebatên wî tê xwestin çav tirsandî bikin.”

 DAXWAZA GIRTINÊ

Di dema daxuyanî hate dayîn de Kartal ê sewqî dozgeriyê hate kirin, piştî kirariyên wergirtina îfadeyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlh hate kirin. Dozger xwest ku Kartal bê girtin.  

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights