Ana SayfaKURDISTANJi hunermendan peyamên piştevaniyê bo hilbijartina dersa Kurdî

Ji hunermendan peyamên piştevaniyê bo hilbijartina dersa Kurdî

Hejmareke hunermendên Kurd bi peyamên xwe piştevaniyê li hilbijartina dersa Kurdî kirin.

Bi biryara Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, ji sala 2012an ve di çarçoveya Ziman û Zaraveyên Zindî de, zimanê Kurdî wek dersa bijarte bo polên 5,6,7,8 li dibistanan tê xwendin.

Xwendekar di sala perwerdehiyê ya 2023-2024an de heta 20ê Çileyê dê bikaribin dersa Kurdî hilbijêrin û dibistanên xwe ji tercîhên dersa hilbijartî agahdar bikin.

Hozan Canê: Du demjimêr ji bo zimanê Kurdî kêm in

Hozan Canê ku bi sala ye stranên xwe bi zimanê Kurdî distirê, piştgiriya xwe ji bo kampanya dersa bijarte ragihand û got, 2 aeet ji bo zimanê Kurdî kêm in, lê heta ku zimanê me di destûra bingehîn a Tirkiyê de misoger bibe, divê em hemû derfetên ku hene, bikar bînin.

Zelal Gokçe: Ziman bingeha hebûna me ye

Hunermenda naskirî û dengxweş a Bakurê Kurdistanê Zelal Gokçe jî bi rêya Rûdawê dengê xwe tevlî dengê çalakvanên zimanê Kurdî dike û dibêje, ziman bingeha hebûna me ye, divê em derfetên ku hene bikar bînin û dersa kurdî hilbijêrin.

Helbestvan Nezahat Baybaşin banga hilbijartina Dersa Kurdî kir

Helbestvan Nezahet Baybaşîn ji Enqera paytexta Tirkiyê, bi riya Rûdawê bang li malbatên Kurd kir ku dersa bijarte a Kurdî ji zarokên xwe re hilbijêrin.

Nezahet Baybaşîn got: “Li hemû cîhanê milet bi zimanê xwe tên nasîn û civat wan wisa qebûl dike. Gelek muhîm e ku li Tirkiyê li dibistanên fermî bi saya dersa bijarte perwerdeya bi Kurdî tê dayîn. Dema bi fermî ev perwerde bê destpêkirin di nav civatê de jî ew ê hişmendiya qedexekirinê rabe û ber bi çareseriya pirsa Kurd ve biçe ev prose. Banga min ew e ku bila dê û bav zêdetir li ser vê mijarê bisekinin û ji bo pêşketina zarokên xwe bibin alîkar.”

Kalê Badî: Waneyên bijarde têrê nake

Li Ameda Bakurê Kurdistanê jî li gel xebatên kampîna hilbijartina waneyên Kurdî hin malbat hene di nava malên xwe de perwerdeyên zimanê Kurdî didin meşandin.

Girêdayî mijarê hunermed Kalê Badî got ku ev waneyên bijarde têrê nake û divê zarokên Kurdan bi temamî bi kurdî bêne perwerdekirin, lê dîsa jî her çiqas biçûk bejî derfeteke baş e ku rê li ber pişaftina zimanê Kurdî were girtin.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights