Ana SayfaJIYANXelata Olof Palmeyî ya 2023an dane Eren Keskînê

Xelata Olof Palmeyî ya 2023an dane Eren Keskînê

Xelata Olof Palmeyî, ku ji sala 1987an ve her sal ji aliyê Fona Bîranîna Olof Palmeyî ya ji bo Feraseta Navdewletî û Ewlekariya Hevpar ve tê dayîn. Isal xelata navborî dane 2 jinên aktîvîst ku li Ukrayna û Îranê ye û Parêzer û Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) Eren Keskinê.

Li gorî daxûyaniya ku di malpera dezgehê de hatiye weşandin, derûnnasa Ukraynayî Marta Chumalo, mafparêz û rojnamegera Îranî Narges Mihemedî û Eren Keskîn “ji ber hewildanên wan yên ji bo ewlekirina azadiya jinan di serdema ku mafên mirovan ji ber şer, tundî û zordariyê di bin gefê de bûye”, hêjayî xelatê hatine dîtin.

“Ev her sê jin tevî gelek xwişkên xwe yên di têkoşînê de, bi hemû jiyan û çalakiyên xwe ji bo yên din bûne îlham û rê li ber ciwan û jinên leheng vekirine ku ji bo mafên bingehîn ên mirovî yên hemû gelan têkoşîna xwe bidomînin.”

Xelata Olof Palmeyî di merasîma xelatdayînê de ya ku wê di 1ê Sibata 2023an de li Salona Konserê ya li paytext Stockholmê were li darxistin, pêşkêşî wergiran bê kirin.

Li ser malpera fona bîranînê her kesê ku bixwaze wê bikaribe bi zindî merasîma xelat dayînê temaşe bike.(SD/AY)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights