Ana SayfaSIYASETSîyasetvan û Pispor Cemidandina Alîkarîya jibo HDP’ê Çawa Dinirxînin?

Sîyasetvan û Pispor Cemidandina Alîkarîya jibo HDP’ê Çawa Dinirxînin?

VOA / Eyyûp DemîrXecîcan Farqîn

Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Dahatû, Selçuk Ozdag ji Dengê Amerîka re got ku li hemberî hemû partîyan çi tê hebe, pêdivî ye hemberî HDP’ê jî himan tişt hebe.

“Cezakirina partîyên sîyasî ne rast e. Heke di nav HDP’ê de kesekî ku suc kiriye, divê ew were ceza kirin. Ne hewce ye ku partî werin girtin yan jî ceza kirin.”

Serokê Sazîya Vêkolînê, MAK’ê Mehmet Alî Kulat jî dibêje ku ev cemidandin wê tenê wek rawestîneke nemîne.

“Di demên pêşîya me de dibe ku Dadgeha Makezagona Tirkîyê li ser girtina HDP’ê jî biryara xwe dîyar bike. Wisa xuya dike ku pêşî ev biryara cemidandinê dan û dû re jî ewê HDP’ê bigirin.”

Kulat, ku ser rewşa partîyên Tirkîyê yên di hilbijartinê de vêkolînan dike, dibêje ku HDP niha li Tirkîyê partîya herî kilît e.

“Her du alî jî hewceyî dengê HDP’ê ne. Heke HDP were girtin pirsa girîng ew e ku dengê HDP’ê wê herin ku derê? Ev demek e dirêj e ez pêşbînî dikim ku pêkan HDP di bin navê Partîya DEVA de têkeve hilbijartinê.”

Rêvebirên HDP’ê jî li dijî biryara dadgehê bertekên tundî didin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar li ser hesabê xwe yê Twitter’ê ragihand ku ev cemidandin bi tevahî demokrasîya Tirkîyê têk biriye.

“Dadgeha Bilind, di dema girtina dozê de bi vê biryara xwe Zagona Bingehîn bi tundî binpê kir û dijî hebûna xwe derket. Ev biryar li hemberî sîyaseta demokratîk derbeyek e.”

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay jî biryar bi tundî rexne dike û dibêje ew ne biryareke hiqûqî, lê pêngaveke sîyasî ye.

Bi alîyekî din ve, mamostayê Zanîngeha Dîcle, Dr. Vahap Coşkun jî bawer dike ku biryara dadgehê, ne tedbîr e, lê ceza ye.

Coşkun, ku pisporê hiqûqa Qanûna Bingehîn e, dibêje ku ew nikare vê biryarê di çarçoveya hiqûqê de şîrove bike jiber ku ev biryarek sîyasî ye.’

“Piştî ku dijê partîyekê doza girtinê hate vekirin û partî hate sûcdar kirin, dadgeh dikare 2 biryaran bide: biryara yekê girtina partîyê ye; biryara duyê jî qutkirina alîkarîya diravî ye. Lê, di vê biryarê de dadgeh, cezayê weke tedbîrê nîşan dide. Em nikarin vê biryarê di aliye hiqûqê de weke tedbir şîrove bikin, ev ceza ye.’’

Coşkun dîyar dike ku 15 endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn hene û 6 kes li dijî vê daxwazê derketine.

”Bi biryara cemidandina alîkarîya xezîneyê, endamên dadgehê nêrînên xwe jî eşkere kirin. Jibo biryara girtina HDP’ê jî ji 15 endaman 10 endam divê denge erê bide. 6 endamên dadgehê li dijî biryara cemidaninda hesabên xezîneyê derketine. Di bingeha xwe de ev biryar jibo helwesta endamanên dadgehê dikare bibe îşaret. Ger ev endam di dema prosesa biryara girtina HDP’ê de jî heman helwestê nişan bidin, hîngê HDP wê neyê girtin, lê ji wan kesek jî li dijî HDP’ê deng bide, jibo HDP’ê hêvî namîne.’’

Baroya Amedê jî bi daxuyanîyeke nivîskî got ku ew biryar mudaxaleyeke sîyasî ya bi destê sîstema dadwerî ye.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights