Ana SayfaKURDISTANQurbaniyên Komkujiya Roboskê di salvegera 11. de tên bibîranîn

Qurbaniyên Komkujiya Roboskê di salvegera 11. de tên bibîranîn

Şeva 28ê Kanûna 2011an li gundên Bêcih û Roboskê yên Qilabana ser bi Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve 19 jê zarok 34 welatiyên sivîl ku debara xwe bi bazirganiya li ser sînor dikirin, di dema vegerê de li devera Heftenînê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê ve bikom hatin kuştin, di demekê de ku hêzên ewlekariyê ji bazirganiya ser sînor agahdar bûn.

Her sal 34 qurbaniyên komkujiyê li gorsitana gundê Bêcihê yê navçeya Qilabanê bi çalakiyekê tên bîranîn û malbat û kesûkarên qurbaniyan daxwaza xwe ya dadmendiyê dûbare dikin.

Îro 28ê Kanûna 2022an jî bi pêşengiya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li gundên Roboskê û Bêcihê qûrbaniyên komkjiyê bi çalakiyekê tên bibîranîn.

Parlamenterê CHP’ê yê Enqereyê Levent Gok ku duh çûbû Qilebanê, bi malbatên mexdûran re hevdîtin kir. Gok li wê derê pirtûka xwe ya li ser komkujiyê ya bi navê (Uludere’nin Gözyaşları) ango Roboskê Rondikên Qilebanê îmze kir û pêşkêşî malbatên qurbaniyan kir.

Di merasima bîranîna îro de jî Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, nûnerên partiyên siyasî û serokên baroyan dê beşdar bibin.

Tevî ku 11 sal di ser wê komkujiyê re derbas bûne, lê belê heta niha jî derbarê wê komkujiyê de ti berpirsên Tirkiyê nehatine darizandin û cezakirin.

Herî dawî 17ê Gulana 2018an  Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê bi hinceta ku parêzeran belgeyên pêwîst di dema xwe ya 15 rojan de amade nekirine dosyeya doza Komkujiya Roboskê red kir. Redkirina dozê di navbera Partiya Demokratîk a Gelan HDPê  û Baroya Şirnexê de bibû sedema aloziyan û herdû aliyan hevdû bi xemsariya di dozê de tohmetbar kiribûn.

Hevserokê Rêxistina Stenbolê ya HDPê Ferhat Encu ku di bûyerê de 28 kes ji malbata xwe ji dest dabûn, Kanûna 2021an di pirseke Rûdawê de Baroya Şirnexê tohmetbar kiribû û gotibû: “Me dosyeyên xwe radestî Baroya Şirnexê kirin. Di hêla şopandinê de me got hûn dê dozê bişopînin. Hûn dê li gor wê bersiv bidin û tevbigerin, lê mixabin ev pêknehat û xemsarî hat kirin.”

Lê serokê wê demê yê Baroya Şirnexê Nûşîrvan Elçî li ser van gotinên Ferhat Encu ji Rûdawê re gotibû  wan ti xemsariyek di dozê de nekirine û Komîsyona Hiqûqê ya HDPê tohmetbar kiribû û  gotibû “Sûcdar ji xwe nînin lê sûcdarek hebe, hiqûqnasên komîsyona HDPê ne. Ji ber ku wan ev kar dimeşand. Ez ji vê yekê re hazir im bila werin em semînerekê, sempozyumekê li ser vê yekê çêbikin.”

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights