Ana SayfaCÎHANRêxistina Mafê Mirovan ya Îranê Dibêje 100 Xwenîşander Bin Xeterîya Darvekirinê Ne

Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê Dibêje 100 Xwenîşander Bin Xeterîya Darvekirinê Ne

IHRNGO dîyar kir ku bi kêmî ve 100 xwenîşander di bin xeterîya darvekirinê û cezayê mirinê nê, lê jiber ku gelek malbat ji tirsa dewletê newêrin bipeyîvin ew hejmar di rastîyê de pir bilindtir e.

IHRNGO bi bîr xist ku hikûmeta Îranê heta niha 2 xwepêşandanêr sêdare kirine û 26 kesên din jî li benda darvekirinê ne.

Bi alîyekî din ve, Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî jî îro Sêşemê got ku ewê hember dijminên Komara Îslamî ti nermî nîşan nedin.

Reîsî, di merasîmeke fermî de got ku xwepêşandanên ku li serenserî welêt didomin tevgerên dijî şoreşa Komara Îslamî ya Îranê ye.

Reîsî got ku hembêza gel ji hemû kesên xapandî re vekirî ye, lê ewê ji dijminan re ti nermahî nîşan nedin.

Karbidestên Îranî dibêjin ku di xwepêşandanên domdar de heta niha bi sedan kes hatine kuştin ku di nav wan de endamên hêzên ewlekarî jî hene û bi hezaran kes jî li seranserî welêt hatine deseteser kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku karbidestên Îranî dewletên wek Amerîka û welatên Ewrupî bi gurkirina alozîyan tawanbar dikin.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights