Ana SayfaKURDISTAN6 Çekdarên bi Piştgirîya Tirkîyê li Bakurê Sûrîyê Hatin Kuştin

6 Çekdarên bi Piştgirîya Tirkîyê li Bakurê Sûrîyê Hatin Kuştin

Serhildayên bi piştgirîya Tirkîyê bi daxuyanîyekê ragihand ku li nêzî Efrînê şervanên Kurd bi piştgirîya hêzên hikûmetê êrîş birine ser wan.

Li gor daxuyanîya serhildayan, di encama êrîşê de 6 kes hatine kuştin, 3 kesên din birîndar bûne ku ew endamên Feylaq el-Şam in.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovoan (SOHR) ragihand ku hêzên rejîmê û şervanên Kurd bi çekên giran konrola du enîyên Feylaq el-Şam bi dest xwe xistine.

AFP ji jêderên herêmî da zanîn ku pevçûnên gur îro Duşemê jî didomin.

Feylaq el-Şam bi taybetî ji 2016’an vir ve li bakurê Sûrîyê, tevî artêşa Tirk êrîşan dibe ser şervanên Kurd.

Li gor jêderên AFP’ê, peywendîya van êrîşa dawî bi operasyona pêkan ya Tirkîyê ya bo bakurê Sûrîyê re tune.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights