Ana SayfaCÎHANNeteweyên Yekbûyî: Divê li ser topbarana Zaxoyê lêkolînekek berfireh bê kirin

Neteweyên Yekbûyî: Divê li ser topbarana Zaxoyê lêkolînekek berfireh bê kirin

Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ferhan Heq roja 21 Tîrmeha 2022an derbarê bûyera topbarana seyrangeha gundê Perex li navçeyê Zaxoyê daxuyaniyek belav kiriye.

Ferhan Heq ragihandiye, “Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî topbarana duh a kujer a li navçeya Zaxo ya parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistana Iraqê şermezar dike”, ku têde 9 kesên sivîl hatin kuştin û 26 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, “Sekreterê Giştî daxwaz dike ku lêkolîneke bilez û berfireh li ser bûyerê bê kirin daku rewşên li pişt êrîşê bên diyarkirin û berpirsyariyê piştrast bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de tê gotin, “Sekreterê Giştî ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dibêje û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwaze.”

Roja Çarşembê 20ê Tîrmeha 2022an, seyrangeha gundê Perexê li navçeya Zaxoyê li Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve hat topbarankirin û di encama topbaranê de 9 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.

Di heman roja êrîşê de li ser fermana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, şandeke Iraqê bi serokatiya Wezîrê Derve Fuad Husên û hin berpirsên leşkerî û emnî serdana cihê bûyerê kir. Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên piştî serdana cihê bûyerê di daxuyaniyekê de ragihand, ku “êrîş ji aliyê Tirkiyê ve û bi 4 topan hatiye kirin.”

Kesên kuştî û birîndarên bûyerê, geştyarên Ereb bûn ku ji navçeyên navend û başûrê Iraqê ve bo geşt û seyranê hatibûne Herêma Kurdistanê.

Êrîşa ser cihê geştyarî û kuştin û birîndarkirina sivîlan li Zaxoyê, ne tenê li ser asta Herêma Kurdistan û Iraqê, lê belê di asta herêmê û cîhanê de jî bû sedema karvedanan û bi tundî hat şermezarkirin.

Herwiha ji ber topbarana wî cihê geştyarî, li çend bajarên Iraqê jî xwepêşandan û kombûnên nerazîbûnên hatin lidarxistin.

Li aliyekê din, Tirkiye red dike ku topbarana li Zaxoyê ji aliyê wan ve hatibe kirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de red kiriye ku êrîş ji aliyê artêşa wî welatî ve hatibe kirin. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop jî tohmetbarkirina Tirkiyê bi encamdana êrîşê red kirine.

RÛDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights