Ana SayfaÇAND HUNERLi Wanê dê ‘Mîhrîcana Wêjeyê’ bê lidarxistin

Li Wanê dê ‘Mîhrîcana Wêjeyê’ bê lidarxistin

Zelal Sahidenur Sari / serhatnews

‘Van Edebiyat Mahfîlî’ di 14 Sermawêza 2021’an de ji aliye hin wêjevanan ve hate avakirin.  Koma wêjeyê ku di destpêkê de ji aliye 5 kesan ve hatibû avakirin, niha bûye xwediyê 90 endaman.

Tevî hatiye avakirin heta niha, wêjevanên navdar yên wekî, Kemal Varol, Abdullah Aren Çelîk, Serkan Turk, Ethem Baran, Şeyhmus Dîken, Erdal Şahîn, Aykut Ertugrul, Cihan Aktaş, Omer Erdem û Gamze Guller bi malovaniya ‘Mahfîlê’ bi xwendevanên Wanê re hatine cem hev. Koma wêjeyê bi şîara, “Vegere malê! Hemû tişt hate efû kirin” derketiye rê.

Şehmuz Dîken

Alîkarê Serokê Edebîyat Mahfîlî Muhammet Yilmaz, wateya şîara xwe vegot û derbirî ku wêjeyê wekî mala xwe dibinîn. Yilmaz wiha berdewam kir; “Armanca me ewe ku li bajar bi aramî û delaliya wêjeyê hin tiştên baş bên kirin. Di vê çarçoveyê de me li Wanê rewşek baş bidest xist “

‘Mahfîl’ ku bi Navenda Çand û Hunerê ya Uvercînîkayê re bi hevkarî xebatan dimeşîne, heta niha 15 çalakî lidarxistin e.

(aa) serhatnews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights