Ana SayfaÇAND HUNERMeral Şîmşek: Ji ber xelatkirinê him şanaz him jî xemgîn im

Meral Şîmşek: Ji ber xelatkirinê him şanaz him jî xemgîn im

Ferid Demirel / BİANET

Xelata Wêjeyê Sirgun û Berxwedanê ya Theodor Kramerî ya sala 2022yan dane nivîskar û helbestvan Meral Şîmşekê.

Komeleya Theodor Kramerî xelatê li ser navê helbestvanê awistiryayî, Theodor Kramerî belav dike. Xelat îsal di navbera Meral Şîmşek û nivîskarê awistiryayî, Gerhard Fritz Oberschlickî de hatiye dabeşkirin.

Xelata Kramerî didin wan nivîskar û helbestvanan ku sirgûnkirî ne û li ber xwe didin.

Şîmşekê derbarê xelatkirinê de ji bianetê re diyar kir ku xelat him ji ber wêjeyê him jî ji ber berxwedêriyê dane wê.

“Xelatê didin berxwedêriyê jî”

“Xelat bi tena serê xwe gelekî biqiymet e, her weha ji ber ku min tevlî Gerhard Fritz Oberschlickî ev xelat wergirt, ez pê şanaztir bûm. Him pê şanaz bûm him jî xemgîn bûm. Dibe ku hin kes bipirsin, mirovek ji ber çi bi xelatkirinê xemgîn dibe? Em weke gel, her gav bi mirin, qirkirin û zilm û zordariyê re rûbirû dimînin. Piştî vê rewşê, xelatkirin belê dibe sedema xemgîniyê. Di warê wêjeyê de bi taybet jî di nava kurdînûsan de gelek nivîskar hene ku qiymeta wan nehatiye zanîn. Ji ber vê rewşê ye jî xelatkirin, min xemgîn dike.

“Ger ez behsa şanaziyê bikim, me careke din ji cîhanê re hêza pênûsê ya Kurdan û berxwedana wan nîşan da. Belê ez bi tirkî dinivîsim lê ji tiştên ku min nivîsandine û wergerandine zimanên cûrbecûr çûne ber destê lijneya hilbijartinê. Yanî di rastiyê de nirxandin ne li gorî niîsandina bi tirkî bû.

“Lewra her çend ez bi tirkî dinivîsim, lê derbarê rastiya kurdan de ne. Helbet xelatê ne tenê didin zimanê wêjeyî, didin berxwedêriyê jî. Ev berxwedan ne tenê ya min e, ya jinên kurd û bi giştî ya kurdan e. Helbet weke nivîskar û helbestvanekê di encama van tiştan de ez bi xwe serbilind im ez dizanim ku berpirsiyariya min a di warê wêjeyê de zêdetir bûye.”

Merasîma xelatkirinê wê di 9ê Îlonê de ango di roja jidayikbûna Kramerî de li bajarê Niederhollabrunnê pêk were. Beriya niha ji ber dozên ku lê hatine vekirin, qedexe bû Şîmşek derkeve ji derveyî Tirkiyeyê. Di nava demê de dadgehê ev biryar betal kiriye lê Şîmşekê hîna pasaporta xwe wernegirtiye. Ger heta wê gavê pasaporta wê bidinê, Şîmşek wê beşdarî merasîma xelatkirinê bibe.

Derbarê Meral Şîmşekê de

Nivîskar û helbestvan e. Ji bilî nivîskarî û helbestvaniyê, li hin weşanxane û kovaran edîtoriya pirtûkan û nivîsan dike. Di pêşbirkên çîrok û helbestan de bûye endama jûriyê. Nivîs û helbestên wê wergerandine gelek zimanan.

Endama Kurd PENê, Komeleya Wêjenasên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê e. Bi pirtûkên xwe xelatên wêjeyê girtine.

Derbarê Theodor Kramerî de

Theodor Kramer helbestvan e. Di dema Şerê Duyem ê Cîhanê de ji ber zilm û zordariyê reviyaye Ingilistanê. Gelek helbestên wî kirine stran. (FD) BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights