Ana SayfaJIYANLi Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mehane 3 hezar zarok wenda dibin an...

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mehane 3 hezar zarok wenda dibin an jî tên revandin

Parlamenterê ÎYÎ Partiyê Arslan Kabukcuoglu 16ê Kanûna 2022an li Parlamentoya Tirkiyê derbarê zarokên wenda û yên tên revandin de civîneke rojnamevaniyê saz kir.

Kabukcuoglu derbarê zarokên wenda de diyar kir ku li gor xala 41emîn a “parastina malbatê û mafên zarokan” a Destûra Bingehîn divê dewlet dijî tûndûtîjî û îstîsmara li ser zarokan tedbîrên pêwîst werbigre.

Kabukcuoglu amaje bi wê yekê da ku Tirkiye di rêza gefa revandina ser zarokan de welatekî metirsîdar e û ligel ku li cîhanê nîveka zarokên wenda %30 e, ev rêje li Tirkiyê %15 ye û got: “Li gor amaran sala 2021an 19 hezar û 277 zarok wenda bûne.Ev tê wateya mehane 3 hezar zarok wenda dibin. Di nav salên 2010 û 2014an de hejmara zarokên mexdûr bûne bi rêjeya %76 zêde bûye. Piraniya zarokên tên revandin canê xwe ji dest didin û herî zêde li bajarê mezin zarok rûbirûyê van kiryaran dibin. %30ê zarokên wenda di dema borî de ji cihê xwe koçber bûne û çûne cihekî din. Herwiha %24ê wan zarokên wenda yên ku rûbirûyî tûndûtîjiya malbatê bûne.”

Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) di 9 salan de hejmara zarokên wenda bûne 3 qat zêde bûye û gehiştiye 104 hezar û 531 kesan û li gor vê di salekê de nêzîka 10 hezar û rojane jî 32 zarok wenda dibin an tên revandin.

Li gor amarên tomarkirî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zarokên kur %55 li parêzgehên wek Amed, Dîlok, Riha, Adana, Îzmîr, Stenbol, Kayserî, Bûrsa, Denîzlî û Antalyayê wenda bûne. Zarokên keç jî herî zêde li parêzgeha Antalyayê wenda bûne û di 9 salan de 4 hezar û 559 zarokên keç ên wenda hatine dîtin.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights