Ana SayfaGIŞTÎLI ŞIRNEXÊ SIYASETMEDARÊN JIN HATINE DESTESERKIRIN

LI ŞIRNEXÊ SIYASETMEDARÊN JIN HATINE DESTESERKIRIN

Li Şirnexê polîsan Hevnamzeta HDPyê ya Şaredariya Cizîrê Berîvan Kûtlû, Hevseroka DBPyê ya Şirnexê Ayşe Altay û Hevseroka DİSK Sendîkaya Genel-İşê ya Şirnexê Zeynep Îdîn jî di nav de gelek jin desteser kiriye.

Polîsan li Şirnexê bi ser malan de girtiye û Berîvan Kûtlû namzeta Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê, Ayşe Altay Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şirnexê jî di nav de gelek siyasetmedarên jin desteser kiriye.

Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamyayê ragihandiye, polîsan saetên sibehê li Şirnex û navçeyên wê, bi ser malan de girtine. Kesên ku hatine desteserkirin ev in:

Berîvan Kûtlû namzeta Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê, Ayşe Altay Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şirnexê, Şîrîn Kilinç û Leyla Kilinç berendamên hevşaredariya navçeya navendî ya Şirnexê, Nûriye Bilir Hevseroka navçeya navendî ya Şirnexê ya DBPyê, Kumrî Yuruk endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a DBPyê, Zeynep Îdîn Hevseroka Sendîkaya Genel-İşê ya DİSKê ya şaxê Şirnexê, Taybet Bîlgî, Emîne Erkûş, Zahîde Kulter xebatkarên HDPyê.

Li gorî zanyariya ku me ji rêxistina DBPyê ya Şirnexê wergirtin, sedema desteserkirina siyasetmedarên jin ne diyar e. (EKN/FD

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights