Ana SayfaGIŞTÎLi Rojhilatê Kurdistanê 23 kes ji ber beşdariya Newrozê hatine girtin

Li Rojhilatê Kurdistanê 23 kes ji ber beşdariya Newrozê hatine girtin

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN) ku navenda wê li Parîsê ye di rapora xwe ya mehane ya di derbarê Rojhilatê Kurdistanê de diyar kir ku di meha Adarê de 28 kes ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine girtin û sedema girtina 23 kesan beşdariya di Newrozê de ye.

Li gor raporê, di Newrozê de ji ber bikaranîna sembolên Kurdî, gotina stranên Kurdî û gerandina govendê hejmarek kes ji aliyê Îtlaata Îranê ve hatine girtin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê daye xuyakirin ku di meha bihorî de Îranê herî kêm li 19 Kurdan sizayên ji 3 mehan zindan heta darvekirinê birriye. Girtiyên siyasî yên Kurd, Fîrûz Mûsalû û Hatem Ozdemir piştî zêdetirî 32 mehan ji girtinê, di meha Adarê de cezayê darvekirinê li wan hate birîn.

Di raporê de herwiha hatiye gotin ku di meha Adarê de jî di encama bûyerên curbicur de yan jî gulebarana hêzên sînorî yên Îranê de 2 kolber hatine kuştin û herî kêm 18 kolber jî birîndar bûne.

Rustem Xizrî ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin û Mihemed Omîdwar jî ji ber sermayê li ser sînor canê xwe ji dest da.

Kolberên ku di navbera Başûrê Kurdistanê-Rojhilatê Kurdistanê û li ser sînorên Îran û Tirkiyê karên danûstandinê dikin, gelek caran ji aliyê hêzên pasevanên sînor ên Îranê ve rastî êrîşan tên û hin caran jî di bûyerên xwezayî de canê xwe ji dest didin an birîndar dibin.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights