Ana SayfaCÎHANLI PROTESTOYÊN FRANSAYÊ 16 LÎSE HATIN DAGIRKIRIN, 11 KES HATIN BINÇAVKIRIN

LI PROTESTOYÊN FRANSAYÊ 16 LÎSE HATIN DAGIRKIRIN, 11 KES HATIN BINÇAVKIRIN

 

Piştî bûyera xortê bi navê ‘Theo’ yê 22 salî ku rastî tecawiza jopan a polîsan hatibû xwepêşandanên tundî yê protestoyî li Fransayê berdewam dikin. Xwendekaran li Parîsê 16 lîse dagir kir û li navenda bajêr jî bi polîsan re pev çûn.

Hat ragihandin ku piştî bûyerên li ser tecawizkirina Theo ji aliyê 4 polîsan ve destpê kirine li 16 lîseyan perwedehî rawestiya ye û li ber lîseyan agir hatiye vexistin.

Xwepêşanderên nav bajêr bu ji bo tolhildana ‘Theo’ çalakiyan dikin rastî mudaxeleya polîsan hatin û ligel avêtina kevir bi ser polîsan ve, polîsan jî bi gaza rondikrêj bersiv da xwepêşanderan. Di xwepêşandanan de 11 kes hatin binçavkirin.

Serokomarê Fransayê François Hollande piştî bûyera Theo li nexweşxaneyê serdana wî kiribû û gotibû, dê berpirsên bûyera tecawizê werin sizadan.

sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights