Ana SayfaKURDISTANLi Efrînê welatiyekî Kurd bi 12 sal zîndanî hat cezakirin

Li Efrînê welatiyekî Kurd bi 12 sal zîndanî hat cezakirin

Rêxistina Mafên Mirov a Efrîn ragihand ku doh 17ê Tebaxa 2022ê, Dadgeha Cezayên Giran a ser bi Tirkiyê li bajarê Efrînê welatiyê bi navê “Raxib Ehmed Alo” bo care duyem ceza kiriye û cezayê 12 sal zîndanîkirinê lê birî ye.

Li gor heman çavkaniyê, Raxib Ehmed Alo di Tîrmeha 2021an de, ji aliyê çekdarên grûpa bi navê “Cephet El-Şamiye” ve hatibû girtin û Nîsana 2022ê dadgehê bi tohmeta endamtiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û beşdarbûna şerên di dema Rêveberiya Xweser a berê de, 3 sal cezayê girtîgehê lê birî bû, lê doh careke din hatiye cezakirin û cezayê wî bo 12 sal zîndanî zêde kiriye.

Raxib Ehmed Alo 34 salî ye û ji gundê Dîkiye yê navçeya Bilbila gundewarê bajarê Efrînê ye.

Di18ê Adara 2018an de herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiye hat dagîrkirin, ji wê demê ve zêdetirî 300 hezar welatiyên Efrînê bi darê zorê hatine koçberkirin û li şûna wan 400 hezar malbatên biyanî yên parêzgehên Sûriyê hatine bicihkirin.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

RÛDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights