Ana SayfaGIŞTÎLi Efrînê keçeke Kurd hat revandin

Li Efrînê keçeke Kurd hat revandin

Li gundê Çema yê ser bi nahiyeya Şera, çekdarên opozisyona Sûriyê keçek Kurd a 18 salî revandine û daxwaza fidyeyê ji bo azadkirina wê dikin. Revandina keça Kurd piştî 6 mehan ji revandina bavê wê tê.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê:

  • Fîdan Ehmed Yazo, 18 salî ye, ji gundê Çema yê ser bi nahiyeya Şera ye
  • Roja yekşemê, 20ê adarê jialiyê çekdarên Fîrqeya Siltan Mûrad ve hatiye revandsin
  • Revîneran daxwaz 20.000 dolar wekî fidiye dikin
  • Bavê wê Ehmed Yazo ji 6 mehan ve revandî ye

Berpirsa Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, li Ewropa, Leman Xelîl, ji Tora Meyayî ya Rûdawê re got, jinên Efrînê rastî gelek şêweyên binpêkirinan tên.

Leman Xelîl, Berpirsa Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, dibêje, “(Fîdan Ehmed Yazo) dema derdikeve hewşê winda dibe, dayike wê li pey dikeve, lê wê êvarê nabînin. Roja din telefona dayîka xwe dike û dibêje, `ez ji aliyê çeteyan ve hatime revandin û ev çete pere dixwazin`. 20 hezar dolar dixwazin bo ku keçikê berdin. Li gor gotina wê, çeteyan ji wê re gotine, `kar di navbera me û bavê te de hebû, bavê te deyndarê me ye`, ji xwe bavê wê jî 6 meh in hatiye girtin. Dayika keçekê li gel hêzên Tirkiyê giliya xwe kiriye, lê heta niha cihê wê nediyar e, nizanin li ku derê ye û heta niha nehatiye berdan.”

Fîrqeya Siltan Mûrad beşek e ji `Artêşa Niştimanî` ya Opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê ye.

Komîteya Lêkolînê ya Navdewletî derbarê Sûriyê, di rapora xwe ya herî nû de, belav kiribû ku çekdarên Fîrqeya Siltan Mûrad mal û milkê koçberan dagîr dikin û tawanên şer kirine.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights