Ana SayfaKURDISTANLi Efrînê îstixbarata Tirkiyê jineke Kurd a 62 salî girt

Li Efrînê îstixbarata Tirkiyê jineke Kurd a 62 salî girt

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrîn- Sûriyê ragihand, dewriyeke hevbeş ya polîsên serbazî û Îstixbarata Tirkiyê bi hev re roja 2ê vê mehê jineke Kurd bi navê Henîfe Xelîl Tirk ya 62 salî li gundê Edamwa yê Racoyê bi tohmeta ku endama Komîna Rêveberiya Xweser bûye girtine.

Rêxistina navborî herwiha diyar kir ku heta niha çarenivîsa wê ne diyare û nizanin li ku derê girtî ye.

Di Mijdara borî de, grûpên çekdar û polîsên serbazî yên ser bi Trikiyê ve, 21 sivîl li Efrînê girtibûn, 2 kes ji wan beramberî dayîan 400 dolaran hatibûn azadkirin.  

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights