Li Bexdayê êriş li ser liqa 5 a PDKê hat kirin

Divê hûn bixwînin

Alîgirên Heşda Şeibî û merciê bilind ê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî şeva derbasbûyî li derdora Liqa 5 a PDKê ya li Bexdayê kom bûn û êrişî avahiyê kirin.

Ev êriş jî piştî wê bû ku kesekî bi navê Dr. Nayif Kurdistanî di twittekê de behsa lêvegerê Erebî kiriye û behsa wê kiriye ew ne li gel “merciyeta Hindî, Farisî û Efxanî ye.”

Piştre kesê bi navê Nayif Kurdistanî di çend twittan de daxwaza lêborînê kir û got, mebesta wî ne Lêvegerê Şîeyan Elî Sîstanî bûye, lê tenê weke piştevaniyekê ji bo Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştîmanî ya di navbera Sedir, PDK û Serwerî de ew yek gotiye. Ew gotin ne ji bo kêmkirina ti lêvegereke din e bi taybetî ya Elî Sîstanî.

Nayif Kurdistanî ku wek “endamê PDK” hatiye binavkirin, di twîteke din de dibêje, ku hesabê wî hatibû hakkirin û ew ji postên derbarê lêvegerê ne berpris e ji ber ku lêvegera olî ya Necefê hêla sor e.

Di êrişa alîgirên merciê bilind ê Şîeyên Iraqê Elî Sîstanî de beşeke Liqa 5 a PDKê hat şewitandin.

Partiya Demokrata Kurdistanê di daxuyaniyekê de tekezî li ser wê kir, twîta wî kesî nêrîna wî ya şexsî ye û “PDKê bawerî bi pêkvejiyana aştiyane û rêzgirtinê heye.”

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî di daxuniyekê de amaje bi wê kir, bi fermana Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed ew kes hatiye desteserkirin û radestî aliyên dadwerî hatiye kirin.

Wezareta Navxwe ragihand, azadiya raderbirînê nayê wê wateyê ku destdirêjî bê kirin bo ser nirxên ayînî û niştimanî, her axaftinek, taybet jî li ser merciyetê, ne cihê qebûlkirinê ye û li ser bêdeng nabin.

Di daxuyaniya xwe de Wezareta Navxwe tekezî li ser wê jî kir, ew posta wî kesî ne nêrîn û bîr û baweriya gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Rudaw

Verified by MonsterInsights