Ana SayfaGIŞTÎLI BAKURÊ KURDISTANÊ KARKER Û XEBATKAR BI PIRSGRÊKÊN CIVAKÎ Û ÇÎNÎ YÊN...

LI BAKURÊ KURDISTANÊ KARKER Û XEBATKAR BI PIRSGRÊKÊN CIVAKÎ Û ÇÎNÎ YÊN GIRAN RE RÛBIRÛ NE

Li Bakurê Kurdistanê îroj tenê li Dîlokê 400 hezar karkerên mûçexur hene. Gava karkerên li Rihayê, Mereşê, Semsûrê, Meletiyê, Xarpêtê û êdî yên li Mêrdînê, Êlihê û Amedê jî li vê hejmarê zêde bibin, eşkereye ku ji aliyê hejmarî ve çîneke karkeran ya bihêz li vir heye.

Sinan Çiftyürek / Hemû nivîsên ê nivîskar

KARKERÊ SOSYALÎST Ê WELATPARÊZ / 13

Di encama du geşedanên salên 1990î de, li paralelê kapîtalîzma li Kurdistanê mezinbûna çîna karkeran jî pêk hat. A yekem: ji aliyê gerdûnî ve di bin navê Tevgera Veguhestina Pîşesaziyê de, veguhestina sektorên ku hêzahiya lêzêdebûna wan kêm e û yên hawirdorê kirêt dikin, ji welatê navend yên mîna DYE û YEyê ber bi dewletên mîna Vîetnam û Tirkiyeyê ve rasteqîn bikin. Welatê derdor Tirkiyeyê jî ew ji navendên mîna Stenbol, Îzmîr û Bûrsayê ber bi Konya, Qeyserî, Trakya û Kurdistanê ve şand. A duem: Piştî salên 1990î Tirkiyeyê entegrasyon û pişaftinê ji bajarên tuxubê Kurdistanê ber bi bajarên hundur ve veguhest. Jixwe, di van salên dawî de li bajarên hundurîn ên Kurdistanê zêdebûna bilezgînî ya Herêmên Pîşesaziya Organîzekirî, di encama van her du geşedanan de pêk hat. Ango çîna karkeran bi awayek hejmarî/daringî heye, lê ji aliyê siyasî û tewer pîşeyî ve jî bêrêkxistin e.

Îroj li Kurdistanê pirsgrêkên çîna karkeran ên civakî û aborî yên dilsoj hene. Jixwe berê jî mîna şêrpençeyek civakî betalî xwe li civakê pêçabû, bi derketina Covît-19ê êdî ji her sê karkeran yek betal mane. Karkerên ku dixebitin jî ji ber sepandinên saziyên taşeronan ji mafên sosyal bêpar in, mahkûmên xebata şert û mercên Qirnê Navendî ne. Bi arîşeyên mîna tezmînata qidemiyê, mûçeya xebata zêde, şertên servîsê û xwarinê ew rûbirû ne. Bêşik e ku karker ji van kiryaran haydar in, lê ji ber ku bi qasî xebatkaran kesên betal jî hene, ji tirsa “dê min ji kar bavêjin” ew bêdeng dimînin.

Ji bilî vê li Kurdistanê fişareka cidî ya siyasî li ser karkeran heye. Lêpirsîn û raçaviya “tu cudaxwaz î, dengên xwe didî partiyên cudaxwaz”, mîna polîtîkayek dewletê tê meşandin. Berî çend rojan 20 kesên mamoste binçav kirin. Li rojavayê Tirkiyeyê, êrîşên nijadperest ên li dijî karkerên demsalî bûne bûyerên ji rêzê.

Li Kurdistanê; di vê pêvajoya ku mizeya kêmtirîn ketiye bin sînorê birçîtiyê, betalî li deriyê hemî malbatan daye, mûçe ji aliyê enflasyonê ve hatine helandin de, komunîst û sosyalîst bi pêşxistina tekoşîna bo mafên civakî û aborî, bi dîtina riyên pevgihîna bi bêkar, karker û xebatkarên xizan re rûbirû ne.

Ji aliyên teorîk, îdeolojîk û felsefî ve qeyrana hilberîna nuh a tevgera komunîst:

Kapîtalîzm heta niha bi şênberî qet evçend nêzîkî komunîzmê nebûye. Herwiha tevgera komunîst a nûjen jî di dîroka xwe de qet ewçend lawaz neketiye. Qeyrana kûr a tevgera Komunîst jî ji ber vê yekê ye.

Şerê mirovayetiyê bi Covît-19 re dê kengê û çewa xelas bibe bila bibe, dîrok li ser riya barhilgir û dînamîkên cengên çînên nuh dê bilezîne. Tevgera komunist divê ji vê yekê re amade be. Lewra em bi qeyraneka ku pênaseya wê zahmet re rûbirû ne. Qeyraneka wisa ku bi xwe re krîzên aborî, civakî, siyasî û çandî diwelidîne û dê bi qeyrana felaket re biwelidîne jî.

Baş e, tevgera komunîst ji şerên çînî yên sedsala 21. re amade ye gelo? Na! Afirandina nuh a îdeolojîk, teorîk, ramanî ku hemî pêvajoyan, kirûyan, bergirkên afirandî, embargoyan, rastiyên destnedayî di radara Marksîzmê de dike bin mercekê, ji mêj ve ye li deriyên hemî kesên têkildar dide. Felsefe, huner, aborî, dewlet, malbat, netew, siyaset, rêkxistin… di dema ku sosyolojiya van hemiyan seraqet tê guhertin de, komunîst ji mêj ve ye di qada hilberîna îdeolojîk û teorîk de bi vegotina “rêheval Lenîn, Mao, Troçkî, Stalîn wiha got…” nizanim çi, xwe di nava çarçoveyekê de dubare dikin. Ev e qeyrana hilberîna nuh a tevgera komunîst!

Rêheval Lenîn bilîmetê siyasî yê sedsala 21. e. Wî bi riya şopandina hûrgiliyên hemî guherînên civaknasiya siyasetê, afirandina îdeolojîk-polîtîk pêk dianî. Her yek ji me, em dikarin hilberînên Lenîn bi Lenîn re bikin nava nakokiyê, lê ev yek dê ne nakokiya Lenîn be, lê nakokiyên jiyana ku wî bidestxistiye be. Lewra Lenîn bi riya nakokiyên jiyana guherandî, bi saya afirandina nuh xwe dubare nekiriye. Lê belê tevgera Komunîst a Dinê sed sal in Lenîn dubare dikin. Ev jî aliyekî din ê qeyrana tevgera komunîst e.

Ji bo em tekoşînên çînî yên sedsala 21. himêz bikin, bêyî ku rabirdûyê dubare bikin, di bingeha Marksîzmê de, di serî de ji danehevên Lenîn û herwiha ji serokên mîna Che, Mao, Troçkî, R. Luxemburg, Gramscî û hwd. û ji danehev, rengên parzemînî, herêmî û lokal ên tekoşînên çînî yên ku wan tê de cih girtine, divê em çi dersên pêwîst hene hîn bibin, lê divê em dîsa bixwe bin!

Bi kurtî, divê em veqetandinê û domdariyê bi tevahî bigrin dest. Eynî mîna Lenîn, mîna Mao, mîna Che… û hwd.

Piştî Koronavîrusê her kirû; çi ekonomîk, siyasî, civakî, çandî û leşkerî be, her tişt ji nuh ve dibe xwedî naverok û tê guhertin û dê were guhertin jî. Di mişraqa niqaş û lêpirsînan de li gora şertên doh, îroj sebeba palvedana Sînorên Fizikî yên Dîrokî bo Kapîtalîzmê bêtir zelal dixuye. Di vê çarçivê de, dê trenda “Kapîtalîzm out, sosyalîzm in” bêtir kûr bibe. Bi vê yekê, hilberîna nuh ya berfireh û lêgerîn jî ji vê xalê destpêdike. Tevgera komunîst bi hilberîna nuh ya teorîk-îdeolojîk, bi himêzkirina afirandina bersivên ku guherînê an dê qeyrana xwe li paş bihêle an dê li paş bihêle!

[email protected]

Yurtsever Sosyalist İşçi – Tüm sayıların PDF’leri aşağıdadır

Sayı-1

Sayı-2

Sayı-3

Sayı-4

Sayı-5

Sayı-6

Sayı-7

Sayı-8

Sayı-9

Sayı-10

Sayı-11

Sayı-12

Sayı-13

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights