‘Sunne nahêlin Kurd beşdarî Parlamentoya Lubnanê bibin’

Devrimci Mücadelede Malatya: Şehit ve Kayıplarıyla Seçilmiş Özel Bir Bölge

Abuzer Bali Han, Devrimci Mücadelede Malatya'nın şehit ve kayıplarını kaleme aldı. Malatya'da yaşanan ihanetler, istihbarat çalışmaları ve faili meçhul ölümler yarım yüzyıllık tahribatın izlerini taşıyor.

Tuz Koktu Deyimi Ve Halleri

Eyüp Yalur, "Tuz Koktu" deyiminden yola çıkarak denetim mekanizmasının çöktüğünü, kurumların işlevini yitirdiğini ve hesap sorulabilirliğin rafa kaldırıldığını yazdı.

Birleşmiş Milletler Genel Kurulu ve Devletsiz Kürtler

Eyüp Yalur'un kaleme aldığı makalede, Birleşmiş Milletler'in kuruluş amaçları ve günümüzdeki işlevsizliği ele alınıyor. 193 üye ülkenin temsilcisinin bulunduğu BM Genel Kurulu'nda neden bir Kürt temsilcisinin koltuğu yok?

Güncel Faşizm Hâl(ler)ine “Geç(me)miş” Notları

Sibel Özbudun ve Temel Demirer, güncel faşizm hâllerini kaleme aldıkları makalede, faşizmin kapitalizmin kriz dönemlerinde tekelci sermaye tarafından nasıl yeniden kullanıma sokulduğunu ortaya koyuyor.

Occo Mahabad’ın Medlerden Günümüze Kürt Belleği Kitabı Çıktı

Medlerden Günümüze Kürt Belleği: Tarih, Edebiyat ve Kültürün İzinde...

Roja Yekşemê 15ê Gulana 2022an li Lubnanê dê hilbijartinên parlamentoyê birêve biçin. Serokê Komeleya Xêrxwazî li Beyrût a Lubnanê dibêje Sunne ji bo ku hejmara wan kêm neyê hesibandin nahêlin ku Kurd wek berbijêr xwe tomar bikin û di Parlamentoya Lubnanê de cihê xwe bigirin.

Serokê Komeleya Xêrxwazî li Beyrût a Lubnanê Dr. Xalid Osman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Kurdên Lubnanê ji zû de dixwazin ku kesekî wan di Parlamentoya Lubnanê de hebe. Em ji zû de li vir in, cemiyetên me hene, hizbên me hene lê ji bo ku naxwazin yek Kurd jî têkeve parlamentoyê her tiştî dikin ji ber ku Kurd di nav Sunneyan  de têne hesibandin naxwazin endamên Sunneyan kêm bibin. Me wek Kurd qebûl nakin di siyasetê de lewma em xebatê dikin ku em bibin Kurd, em ne tenê Misilmanên Sunî ne, em Kurd in. Ji ber vê em dixwazin ku yek ji me têkeve parlamentoyê.”

Windabûna di navbera netewe û ol de wiha kiriye ku nûnertiya Kurdan nebe. Ji ber ku Kurd Sunne ne, bêhtir nêzikî Rewta Paşerojê ne ku serkirdayetiya Sunneyan li Lubnanê dike û serokatiya wê Seed Herîrî dike lê wê partiyê ti demê nûnerekî Kurd di rêzên xwe de negihandiye parlementoyê, her çiqasî Kurdan daxwaz jî lê kiriye.

Xalid Osman diyar kir ku Kurd ne cemaateke dînî ye, neteweyek e û anî ziman, “Sunne me qebûl nakin ku yek ji me têkeve parlamentoyê lê Şiiyan em qebûl kirin, xwestin em têkevin parlamentoyê lê Sunneyan zor li wan kirin û nehîştin ku em têkevin. Ez dê bibûma berbijêr. Heger ez di parlamentoyê ketama min dê qanûn çêkirana ku mafên Kurdan bêne qebûlkirin, ne bi navê Misilmantiyê ne jî bi navê Filehtiyê, bi navê Kurdan. Em milet in, em ne cemaateke dînî ne. Di miletê Kurd de yên Fileh hene, yên Misilman û Cihû hene. Gelek dîn di nav me de hene. Çiqasî em ji hev dûr bin jî lê dema ku yek ji me bibe berbijêr em hemû pê re ne. Em ne dijminên hev in.”

Xalid Osman her wiha destnîşan kir ku Kurd li Lubnanê bêkes in. Serok têne Lubnanê û li ser rayedaran digerin lê nabêjin Kurdên Lubnanê hene û daxwaziyên wan çi ne. Ew çend caran wek şande çûne Herêma Kurdistanê jî lê wan ti kes nedîtine. Lewma ew bê xwedî ne, bê kes in.

Kurd li ser Sunneyan tê hesibandin

Hejmara Kurdan li Lubnanê bi 150 hezar kesî tê texmînkirin, li wê gorê, Kurd nêzîkî 3.2% ji nişteciyên Lubnanê pêk tînin. Li gorî hinek texmînan jî, hejmara wan digihêje 300 hezar kesan.

Li Lubnanê gelek partiyên siyasî û komeleyên Kurdan ên wek Partiya Rizgarî, Komeleya Komalayetiya Lubnanê, Komeleya Komelayetî û Mirovî ya Kurdên Lubnanê, Yekîtiya Xwendekarên Kurd, Encûmena Kesayetiyan, Komeleya Al Imêrat, Dezgeha Şêx Mûsa Emrî û Komeleya Rewşenbiriya Komelayetî ya Newroz, bi serokatiya Henan Osman hene.

Berpirsê Partiya Rizgarî Îbrahîm Berces Ferho li ser rewşa siyasî û civakî ya Kurdan li Lubnanê got, “Em Li Lubnanê ser Suniyan tên hesibandin lê Sunne qet heqê me nadin wek milet. Bi nêrîneke ne di cihê xwe de li me dinêrin. Îsal hinek partiyên Lubnanî ji Partiya Rizgarî xwestin ku em yekî ji nav xwe hilbijêrin ku wek parlamenter werin hilbijartin lê Parlamentoya Lubnanê olî ye û em li ser Sunneyan têne hesibandin û Kurdên Lubnanê li ser çend aliyên siyasî de belav bûne.”

Di sala 1956an de hewl hate dayîn beşek ji Kurdên Lubnanê weke Xirîstiyanên Maronî bêne tomarkirin lê serokwezîrê wê demê rêgirî li ber wê yekê kir û derî li ber Kurdan vekir da ku weke Misilmanên Sunne bêne hejmartin û nasnameyê werbigirin. Beşek ji Kurdên Lubnanê di wan salan de nasname wergirtin.

RUDAW

spot_img