Ana SayfaGIŞTÎKCD: 1’Ê GULANÊ QADA HEVPAR A Lİ DİJÎ KAPÎTALÎZM Û DAGİRKERİYÊ YE

KCD: 1’Ê GULANÊ QADA HEVPAR A Lİ DİJÎ KAPÎTALÎZM Û DAGİRKERİYÊ YE

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), beriya pîrozbahiya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê bang li hemû karker û kedkaran kir ku di 1’ê Gulane de hemû qadan tije bikin û got ku 1’ê Gulanê qada hevpar a li dijî kapîtalîzm û dagirkeriyê ye.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) beriya 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. KCD’ê anî ziman ku 1’ê Gulanê qada têkoşîna hevpar a li hemberî pergala kapîtalîst û dagirkeriyê ye û wiha got: “Em vê roja girîng di serî de li hemû gelê berxwedêr, karker, kedkar, jinan, baweriyan û her kesî pîroz dikin.”

KCD’ê, bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê jî û wiha got: “Dewleta Tirkiyeyê di dîroka xwe de ji bo hişmendiya faşîst û yekparêzî ya li ser bingeha yek ziman, yek ol, yek netewe avabûye pêk bîne her tim li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê qirkirin pêk aniye. Niha jî bi tifaqa AKP-MHP ev hişmendiya faşîst û tekparêzî dijwar kiriye û hemû beşên civakê hedef digire. Bi darbeya 15’ê tîrmehê û piştî wê di 20’ê tîrmehê de bi îlankirina OHAL’ê êrîşî hemû beşên civakê dike û b vê re hewl dide tirsê ava bike. Ji şewitandin û wêrankirina bajarên Kurdistanê bigirin heta zilm, zext, binçavkirin, girtin û bi sedhezaran karker û kedkarên ji kar hatin avêtin, hemû cure polîtîkayên faşîzan xistin dewrê û bi vî awayî ketin nav xefleta ku wê karibin bi tirsê gel teslîm bigirin.”

‘Têkoşîna hepar girîng e’

KCDê xwest hemû beşên civakê li dijî hemû cure polîtîkayên zext û çewisandinê bibin yek û wiha got: “Hemû beşên civakê bi rengê xwe û rêxistiniya xwe ya xweser dikarin têkoşîna hevpar bimeşînin û ev yek wekî peywireke dîrokî li li pêşiya me ye. Rêya vê yekê di têkoşîna hevpar de derbas dibe. Bi taybetî di 7’ê hezîranê de bi têkoşîna hevpar a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê derbek mezin li ev tifaqa faşîst hat xisgtin û wê anî ber têkbirinê. Bihara gelan di 8’ê Adarê de jinên ku qad dagirtin dest pê kir û di 21’ê Adarê Cejna Newrozê de ji Colemêrgê heta Edîrneyê bi milyonan kesên daketin qadan nîşanî her kesî dan ku faşîzm mecbûrî têkçûnê ye û em dikarin bi ser kevin. Di referandûma 16’ê nîsanê de bi derketina dengê ‘Na’ tirseke mezin xist dilê AKP-MHP’ê û bi vê tirsê bi eşkere hîle kirin. Ev jî nîşan dide ku bê çawa dawiya wan hatiye. Ji bo ser vê tekçûna xwe bigirin êrîşî Şengal û Rojava kirin û bi vê êrîşê careke din rûyê wan ê dagirkeriyê derket holê. Divê roja 1’ê Gulanê ku ji rojên herî girîng û berxwedêr e, têkoşînê bilindtir bikin û roja ku hesab ji vê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê were pirsîn hatiye.”

Bihara gelan

KCD’ê herî dawî bang li hemû karkeran kir û wiha got: “Ji bo em xwedî li vîna gel a di 8’ê Adarê, Newrozê û referandûmê de derketiye holê derkevin, careke din di serî de bajarên Kurdistanê û bajarên din neyên şewitandin û wêrankirin, dawî li zilm, zordarî girtin û jikaravêtinê were, careke din ev hişmendiya faşîst dernekeve holê û ya herî girîng jî ji bo em vê biharê bikin bihara gelan, di serî de karker û kedkar em bang li her kesî dikin ku qadên 1’ê Gulanê tije bikin.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights