Ana SayfaGIŞTÎJIN DAYNEMUYA TÊKUŞANÊ NE JIBOY AZADÎ Û YEKSNANYÊ

JIN DAYNEMUYA TÊKUŞANÊ NE JIBOY AZADÎ Û YEKSNANYÊ

Ji bo pîrozbahîya roja Jinê Kedkarên cîhan ya 8ê Adarê daxuyanîya 7 Partîyen ji çar parçeyên Kurdistan de!

JIN DAYNEMUYA TÊKUŞANÊ NE JIBOY AZADÎ Û YEKSNANYÊ

Yeksan û azadîxwazan:

Bi helkefta 8 marsê roja jnên cîhanê, bîrozbahyên germ li jinên cîhanê dikeyn bi giştî û jinên Kurdistanê bi taybetî,hîviya me ewe ev bîrewerye bi bîte hander bi armanca pitir têkuşanê ji buna bi desveînana maên jnan di azadî û yeksanyê di cvakê de.

Berêzan:

Bîrewerya 8 maris bîreweryeke di xebata xweda dupadkeyn ji buna nehêlana ciyawazyên regezî û nehêlana hemû astengên di kevne pêşya xebata yeksanîxwaza jinan.

Jinên têkuşer

Evro di cîhanê da sereray eu hemû pêşkeftnên civaka mirovatyê bi dest xweve anî û roj bi roj di pêşketnê daye, belê hêşta pirsa neberamberî û bê mafya jinan di bin hukarên cuda cuda de xwedî hebûn, di bin sîha sîstema kapîtalzmê û eu şêwazê nuy yê cîhanê îdare di ket, dixwazin mîna robotan mamelê digel mirovan da bi ken, di vêreda pişka here zur ya ewê neberamberyê ber jinan di kevît, kêmya derfetên karî û derkirna bi kum ya krêkaran li jêr biyanuyên eliktrunîkirna pirsên berhem inane, jin neçar di bin rastî karên giran û ne di cihda bi bin.

Di civakê me da, sereray ev kêşên me di serîda amajekrî, diyarda jin kuştnê û kêm sehkirna jinê li jêr perda mezhebî û ayinî û sivkayetî bi kesên çalakvanên biwarên yeksanyê, bi karînana mîmberên mizgeftan û beşek ji mîdyayê dijayetya jinan di ken, erkên jinan divê qunaxê de yê rastî zehmetyan kirî, sereray hebûna evan dyardên nîgetîf, tevgerên jinan berdewam di pêşketnê dane, huşyarya siyasî û sivîl ya jinan û çendîn part û rêkxirawên pêşkeftîxwaz bu yeksanî ya cînderî û nehêlana bab salaryê di pêşketinan dane.

Azadîxwazan:

êk ji pirsgrêkên herî nexuş yên jinên kurdistanî, pirsgrêka jinên êzdî ye, ku pştî ewê karesata tîrurstên da’ş li dijî wan encam day, hindek ji wana zêdegavyên siksî li ser wan hatne kirin û kirîn û firutin di bazaran da mîna kelupelan pêdihate kirin, bivî rengî tuşî pirsgrêkên civakî û saykulujî yên gelek nexuş bûn, roj b roj şînewarên nîgetîf yên ewê çendê zêdetir lêdihên li ser wan, bi taybetî ew zarukên di wi serdemî de hatye ser dunyayê, ku heta niha paşeroja wan ya xweya nine, lewma zêdebarî pştevanî ya bu keysê hestyarê jinên êzdî, daxwazê ji layenên eleqedar di keyn ewi keysî bi cidî wergirin, bi lez ji alyê yasayî û ulîve çareser ken.

Li ser astên cîhanê di nav kawdanên têkuşana jinan de, jina kurd şiyaye cihekê diyarê xwe di ewê têkuşanê de hebît, mil bi milê têkuşana ji buna mafên netewey û berhingarbûna dagîrkeran, jina kurd her tim di xebata xwe ya sivîl de ji buy bi desve înana mafan ne hatye durketin, bi gire di çend salên şerê berhingarbûna tîrurstên da’ş de jinên kurd bune sembola azadî û yeksanyê ku hemû cîhan şanazyê pêdibet.

Di evî kawdanê xrab û ne tendrust de, hêzên çepên kurdistanî di bin sîha pirensîbên baweryên hêza yeksanîxwaz û pêşketîxwaz evê têkuşanê bi erkên xwe dizanît di serî da jî pirsa jinan û evê mijarê bi kene manîvîstuya têkuşana xwe, em zêde tir girngyê bi xebata jinan bi deyn û pêşengên evê têkuşanê bîn, heta ku jin bi temamî digehne maên xwe yên sivîl û civakî û siyasî. Silav li têkuşana jinan … Wefadarî beramber xwna ewan jinên ji buna azadyê giyanê xwe kirye qurban.

Her û her bilnd û pîruzbît 8 maris roja cîhanî ya jinan

Parta Kumonîsta Kurdistan Bakur

Hizba Şiuwî ya Kurdistan

Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê

Bizava Dîmukratî ya Gelê

Kurdistan Parta Kumonîsta Kurdistan Rojava

Parta Suşalîsta Kurdistan Bakur

Komela Şureşgêra Zehmetkêşên Kurdistanê

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights