Ana SayfaGIŞTÎHûrgilî û karvedanên êrişa li ser Hewlêrê

Hûrgilî û karvedanên êrişa li ser Hewlêrê

Sedir: Hewlêr xwe naçemîne

Êrişa li ser Hewlêrê gelek karvedan li pey xwe anîn û Rêberê Tevgera Sedir jî di twîtekê de êrişa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir û êrişkar wek “şikestxwar û şermezarbû” binav kirin û got, “Hewlêr xwe naçemîne, tenê ji bo miyanerewî, serbixweyî û serweriyê nebe.”

Muqteda Sedr ragihand tekez kir, “Hewlêr di bin agirê şikistxwarî û şermezarbûyan de ye. Di bin proseya birçîkirinê de ye. Weke ku Kurd ne Iraqî bin, lê ew şahdamara Iraqê ne û ji Iraqê û beşeke cudanebûyî ji Îraqê ne. Hewlêr xwe naçemîne, tenê ji bo miyanerewî, serbixweyî û serweriyê nebe.”

Serokê Tevgera Sedir hezkirin û silavên xwe ji Hewlêr û Kurdan re dişîne û dibêje, “Heya ku hikûmeta pirraniya nîştimanî pêk were, sebir bikin.”

Mesrûr Barzanî bang li xelkê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistranê Mesrûr Barzanî jî di peyamekê de ragihand, ragihand ku “Hewlêr li ber tirsonekan xwe naçemîne.”

Mesrûr Barzanî di peyam xwe de dibêje: “Hewlêr li ber tirsonekan çokê naçemîne. Ez bi tundî vê êrişa terorî  ya ser çend cihên Hewlêrê şermezar dikim û bangî xelkên leheng û mêrxasên Hewlêrê dikim, ku sebir bikin û rênîşanên dezgehên asayişê jî bi cih bihînin. Spasiya xweragirtina wê dikim.”

Kazimî: Êrîş li dijî gelê me ye

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê êrîşa bi mûşekî ya li ser Hewlêrê ragihand, “Êrîşa ser Hewlêrê êrîşa li dijî ewlehiya gelê me ye.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di peyama xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de got, “Êrîşa ku bajarê hêja Hewlêrê û şêniyên wê dike armanc binpêkirina ewlehiya gelê me ye.”

Mistefa Kazimî ku peywendiyeke telefonî li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî encam da got, hêzên ewlehiyê dê lêkolînê li ser êrişê bikin û dê mijarê bişopînin.

Amerîkayê êriş şermezar kir

Amerîkayê  êrişê îşev a bi mûşekî li dijî Hewlêrê wek “hêrsker û nîşandana tundrewiyê” pênase kir û êriş şermezar kir.

Berdevekê Wezareta Derve yê Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand ku di encama mûşekbaranê de ti ziyan û qurbaniyek li ti avahiyeke hikûmeta Amerîka neketiye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka, tevî ku têkez kir ku li ti ziyan û qurbaniyên wan nebûne, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku ji aliyê hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê ve lêkolînan destpê kiriye.

12 mûşekên Balistîk

Wezareta Navxwe ya Kurdistanê jî li ser êrişê ragihand, “12 mûşekên Balistîk ji derveyî sînorên Îraq û Herêma Kurdistanê ve ji aliyê Rojhilat ve arastey avahiya Konsûlxaneya Amerîka li Hewlêrê, navçeya nîştecîbûna sivîlan li nêzîk barageha kanala Kurdistan 24ê û dedora wê hatine kirin.”

Dije Terora Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa li ser Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku ji derveyî sînorên Herêma Kurdistan û Iraqê bi mûşekên balîstîkî êrîşî Hewlêrê hatiye kirin.

Dije Teror dibêje: “Li gorî zanyariyan demjimêr 01:00ê şevê bi 12 mûşekên balîstîkî Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hatiye armanckirin.”

`Mûşek ji aliyê Îranê ve hatin arastekirin`

Çend berpirsên Amerîkî ji rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî re ragihandin, ew mûşekên ku sibeha îro Yekşemê arasteyî Herêma Kurdistanê hatine kirin û li nêzikî avahiya konsulxaneya nû ya Amerîkayê ketine xwarê ji aliyê Îranê ve hatine arastekirin.

Ew berpirsên Amerîkî dibêjin, ti ji wan mûşekan bi ber avahiya konsulxaneyê neketine û ti karmendekî konsulxaneyê jî ziyan nedîtiye.

Berpirsên Amerîkî amaje bi wê jî kirine, ew heta niha piştrast nînin ka armanca sereke ya êrişê ku der û çi bûye û lêkolîna li ser bûyerê jî temam nebûye.

`Hemû hêz di amadebaşiyê de ne`

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw jî ragihand ku armanca êrişa li ser Hewlêrê Konsulxaneya Amerîkayê bû, lê êriş “negihişt armanca xwe û ti ziyanek nebûye.”

Omêd Xoşnaw ragihand ku hemû hêzên emnî di rewşa amadebaşiyê de ne û tekez kir, “Tirsonek nagihijin armanca xwe.”

Rêveberiya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê jî di daxuyaniyekê de ragihand, hemû geştên hatin û çûnê li firokexaneyê asayî ye û “ti geştek nehatiye hilweşandin.”

Êrişên li ser Hewlêrê

Îro Yekşemê 13yê Adara 2022yan bi mûşekan êrişî Hewlêrê hat kirin û hinek ji ewan mûşekan li nêzîkî cihên niştecihbûna xelkê ketin û ziyanên darayî jî bi çend xanî û avahiyan ket.

Di heyama nêzikî 2 salên derbasbûyî de ev nehemîn car e Hewlêrê dibe armanca êrişan. Êrişan jî piştî kuştina Fermandarê berê yê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Heşdî Şebî Ebû Mehdî Muhendis, destpê kir û zêdetir binke û baregehên hêzên Amerîkî û Hevpeymanan tên armancgirtin.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights