Ana SayfaKURDISTANHewlêr û Bexdayê li ser bihêzkirina sînoran lihev kirin

Hewlêr û Bexdayê li ser bihêzkirina sînoran lihev kirin

Şandeke bilind a ewlehiyê bi serokatiya Wezîrê Navxwe yê Iraqê Ebdulemîr El Şemmerî duh gihîşt Hewlêrê. Şandeya Iraqê,  ji fermandarên Fermandariya Operasyonên Hevbeş, Hêzên Bejayî û Fermandariya Parastina Sînor pêk dihat.

Şanda navborî li gel Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed û berpirsên leşkerî yên asayîşê hevdîtinek pêk anîn.

Piştî civînê, Serokê Tora Medyayî ya Ewlekariya Iraqê Serfermandar Sead Main, Fermandarê Hêzên Pasevanên Sînor ê Iraqê Mihemed Ebdulwehab Sukar Sadî, Berdevkê Fermandeya Operasyonên Iraqê General Tehsîn Xafecî, Fermandarê Herêma 1 a Hêzên Bejayî ya Iraqê Lîwa Hemîd Dizeyî civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.

Main: Hûrguliyên ewlehiya sînor hatin gotûbêjkirin

Saad Main di destpêkê de axivî û got ku armanca serdanê “gotûbêjkirin û diyarkirina mekanîzmaya tundkirina ewlehiyê li ser sînorê Iraq û Tirkiye û Îranê ye.”

Main tekez kir ku wan civîneke pir girîng pêk anî û got, “Gelek hûrgilî bi Pasevanên Sînor re hatin gotûbêjkirin, di nav de hûrgiliyên leşkerî û yên weke lojîstîkî û tedbîrên ewlehiyê yên li devera sînorî hatin nirxandin.”

Pasevanên Sînorî yên Iraqê weke sê fermandeyên herêmî tên birêvebirin. Fermandehiya 1mîn a Herêmê ya ku ji parastina sînorên Herêma Kurdistanê berpirs e, navenda wê li Hewlêrê ye û nêzîkî 6 hezar û 500 leşkerên wê hene.

Sadî: Em dê hejmara hêzên xwe zêde bikin û li xala sifir a sînor bi cih bibin

Fermandarê Hêza Sînor a Iraqê Mihemed Ebdulvehab Sukar Sadî jî got ku ji bo piştgiriya Fermandariya Herêma 1emîn hewlên mezin hatin dayîn.

Sadî got: “Ev piştgirî dê bi zêdekirina hejmara hêzên me yên li ser sînorên Iraq û Tirkiyê û Îranê re, bicihkirina wan bo xala sifir a sînor û peydakirina hemû pêwîstiyan di nav de kamerayên termal, û alavên taybet pêk were.”

Fermandarê Hêzên Sînor ê Iraqê diyar kir ku leşkerên ku beşdarî yekîneyên li ser sînor bibin dê ji aliyê Wezareta Karên Navxwe bên diyarkirin.

Xefacî: Hefteya bê em dest pê dikin

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Iraqê Orgeneral Tehsîn Xefacî bi bîr xist ku ew berê li ser mekanîzmaya ewlehiyê ya li ser sînorên Tirkiye û Îranê xebitîne.

Xefacî got: “Ji bo civîna ku me îro li Hewlêrê pêk anî, niha em geşbîn in. Armanc ew bû ku proseya tundkirina ewlehiya sînor bileztir bibe. Em dixwazin bi kêmanî hefteya bê bi dabînkirina fonên pêwîst ji bo vê yekê dest pê bikin.”

Dizeyî: Bexda biryara avakirina du yekîneyên sînorî da

Fermandeyiya 1emîn a hêzên parastina sînor ji Zaxo heta Xaneqînê ji ewlekariya sînoran berpirsyar e.

Fermandarê Herêma 1 a Hêzên Bejayî ya Iraqê Lîwa Hemîd Dizeyî got: “Me 6 meh berê bi cidî li ser ewlehiya sînor gotûbêj kiribû. Îro em gihiştine biryara dawî. Di demeke nêzîk de em dê li xalên li ser sînoran bi cih bibin. Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî li ser mekanîzmayeke hevbeş li hev kirin.

Dizeyî herwiha got: “Wezareta Navxwe ya Iraqê biryar da ku du yekîneyan pêk bîne bo dagirtina valahiya ewlekarî li deverên sînorî.”

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights