Ana SayfaKURDISTANBorda Pêkhateyan Li Herêma Kurdistanê Tê Damezrandin

Borda Pêkhateyan Li Herêma Kurdistanê Tê Damezrandin

Serokatîya mafê mirov li Herêma Kurdistanê di ropela xwe ya medya civakî da daxwaza CVyên nûnerên pekhateyan kir û bi hebûna CVyên pêkhateyan nûnerên wan ji layê desteya mafê mirov ve hatin hilbijartin û yekem kombûna borda pekhateyan li 04-21-22 hat encamdan ji bo hevnasîn û dîyarkirina kesên ku nûneratîya pekhateyan li Herême dikin.

Di kombûna duyem da ku li 06-02-22 hat encamdan bi şêweyekî fermî bord hate ragihandin û dest bi peyrew û pirogramê vê desteyê bû.

Ev bord dê kar li ser hindê bike ku erk û mafên her pêkhateyeka Herêma Kurdistanê bên parastin li dû çarnama cîhanî ya mafê pekhateyan daye nasîn û bê cûdahî kar bi yasaya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ku bo pêkhateyan daye dîyarkirin, bête kirin .

Xanim Hêlan Çiya nûnera Yesna ya Zeredeştiyan li Duhokê bo Dengê Amerîka got:

“Bi xweşhalî, ev yekem pengav e ku desteya serbixwe ya mafê mirov li Herema Kurdistane diaveje ku dibe cihê xweshalî û kêfxweşiya me. Ew dibe asankirin û hevkarî di gel wan heval û pekhateyan ku em bûne berpirs û nûnerên wan.”

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights