Ana SayfaGIŞTÎ"HEMU ROJÊN WE NEWROZ NEWROZA WE PÎROZ BE"

“HEMU ROJÊN WE NEWROZ NEWROZA WE PÎROZ BE”

Heft  partî û rêxistinê Kurdistanî, ji bona pîrozbahî ya Newrozê metnekî hevbeş raya giştiyê  re parvekirin.

Metin a hevbeş  jirdaye.

Hemu Rojên We Newroz Newroza We Pîroz Be

Lı Rojhılata Navîn û Asyayê Dur gelek gel û netewe Newrozê li jêr navê cuda cuda wekî cejna sala nû, cejna biharê pîroz dikin. Lê belê Newroz ji bona me Kurdan cejna yêkitî û berxwedan û serketinê ye.

Gelê me di zirûfên hestyar û nazik de pêşwaziya Newroza 2720 Kurdî dike.

Mixabin gelê me, li Kurdistana Rojhilat û Rojava û Bakurê herweki Newrozên berê di vê Newrozê da jî bindest e, armanca êrîşên dagirkerî ne û ji mafên xwe yên netewî û demokratîk bê par e.

Rejîma Cumhuriyeta Îslamiya Îranê, îro jî bersiva daxwaza Kurdan û neteweyên din yên vê welatê bi tepeser kirinê, bi tank û top û bi sêdara danê bi sedan xebatger û tekoşeran ve dide.

Encama berxwedan û tekoşina jin û mêr û kal û pir û xortên Kurd, li Kurdistana Rojhilat ezmuneka nû destpê kiriye, ku em piştgiriya ezmuna hanê dikin.

Li Başurê Rojavayê Kurdistanê, gelê me di hel û mercekî gelek dijwar da pêşwaziya Newrozê dike. Ji ber ku dewleta Tirk li ber çavên dewletên mezin weki Amerika û Rusyayê û bi alikariya wan êrîş kire vê beşê welatê me û gelek navçeyê dagir kir û mixabin hêzên Kurd wekî berê pirş û belav in.

Li Başurê Kurdistanê, ji ber hevkarî û tebayiya hêzên Kurd lı Iraq û Kurdistanê, rewş anegorî parsal ber bi başiyê ve diçe. Lê Herêma Kurdistan îro jî çiqlê çavên dijminan e û bona têkbirina ezmunê Kurdistanê Başur hewl û plangeriya neyaran her berdewam e.

Bı boneyê Newrozê ve daxwaz ji partiyên Kurdistana Başur dikin, ku bona parastin û pêşve birina deskevtên netewî bona ci be ci kirina armanca rapirsiyê mil bidine hevudu. Bona vê yêkê divê derheqa xebat û tekoşana raburdu pêdaçênek were çêkirinê, bi şiweyeê, ku Hikumeta Herêma Kurdistanê bona nehêlana gendelî û dabîn kirina dadperweriya civakî çaksaziya bingehîn çêke.

Rewşa Bakurê Kurdistanê ji ya perçeyên dinê ne baştir e.

Siyaseta dewleta Tirk ya derheqa gelê me nehatiye guhartinê.

Dewleta Tirk guhê xwe nade daxwaza hêzên aşitîxwaz û demokrat, herwekî berê bersiva daxwaza netewî û demokratik yên gelê Kurd bi tank û top ve dide.

Operasyonên leşkerî û siyaseta militarize kirina Kurdistanê her berdewam e.

Dewleta Tirkiyê her usa gefa Kurdistana Başur û Rojava dixwe.

Qima xwe bi dagir kırına Afrin û Serê Kaniyê naynî, behsa dagir kirina temamiya Kurdistana Rojava dike.

Gelê me Kurd di seranserê Kurdistanê ligel evqas zilm û zordarî û astengan li ser piyan e, berxwe dide û xebat dike.

Îro gelek derfet û metirsiyên mezin li pêşiya xebata azadixwaziya gelê me hene.

Hêzên welatparêzên Kurdistanê,

Ji bona, ku ji derfetan istifade bikin û xwe ji metirsiyan dur bêxin, ji bona ku kar û xebata me a azadî û serbestiyê bigihije armanca xwe, werin Newroza 2720ê bi gor naveroka wê pîroz bikin.

Werin em bona azadiya welat û bextewariya gelê xwe, ku armancên şêhîdên me yên serbilind in, dest bidine hevdu, li hember zilm û zordariyê berxwe bidin.

Bi boneya Newrozê ve,

Banga partiyên Kurdistana Başurê dikin, ku parastin û geş kirina destkevtên netewî, bona ci be ci kirina encama rapirsiyê mil bidine hevdu,

Carekî dinê piştgiriya xwe berxwedana gelê me li Rojhilatê radigihinin û ji birayên xwe yên vê beşê welatê me daxwaz dikin, ku hevkariya xwe xurttir bikin.

Banga hemû hêzên Kurd yên Kurdistana Başurêrojava dikin, ku li ser bingeha Pêymana Dihokê hevkariya xwe pêkbinin, daku armancên gelê me misoger be.

Banga hêz û partî û aliyên siyasî yên Kurdistana Bakur dikin, bona pêşîlêgirtina êrîşa dewletê destê xwe bidine hevdu û bona azadî û serbestiyê bi hevra kar û xebatê bikin.

Cejna Newrozê li tekoşerên gernas, li zindaniyên siyasî, li daykên şehîdan û li gelên Kurdistanê pîroz dikin.

Adara 2720

Partiya Şuî (Komunist) Kurdistan (Başur)

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (Bakur

Partiya Komunista Kurdistana Rojava

Partiya Zahmetkeşên Kurdistan (Başur)

Partiya komunista Kurdistan (Bakur)

Komelayê Zahmetkeşên Şoreşgerê Kurdistan (Rojhılat)

Bizotneweyê Demokratik li Kurdistanê

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights