Ana SayfaKURDISTANHember Gefên Tirkîyê Leşkerên Hikûmetê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Cîh Dibin

Hember Gefên Tirkîyê Leşkerên Hikûmetê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Cîh Dibin

Di dema dawî de hejmareke pir ji leşkerên rejîma Sûrî tevî çekên xwe yên giran derbazî herêmê bûn û leşkerên ku hatin li xeta cebheya Kobanê û Minbicê bi cîh bûn.

Şervan Derwîş, berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji Dengê Amerîka re derbazbûna hêzên rejîmê piştrast kir û da zanîn ku parastina sînorê Sûrîyê erka her du alîyan e û dibe ku her kes di şerê parastinê de beşdar be.

Derwîş dîyar kir ku piştî vekişandina hêzên koalîsyonê ji herêmê bi garantîya Rûsya di navbera wan û rejîma Sûriyê de rêketinek hat çêkirin û li gor wê rêketinê hejmarek ji leşkerên Sûrî derbazî Minbicê ta Eyn Îsa bûn.

Derwîş bal kişand ku ev lihevkirin tenê di milê leşkerî de ye.

Piştî zêdebûna gefên Tirkîyê, HSD hewil dide ku rê li pêş Tirkîyê bigire û jibo wê di sala 2019 û bi garantîya Rûsya rêeftineke leşkerî bi rejîma Sûrîyê re çêkir û rê da hêzên rejîmê ku derbazî herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê bibin.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights