Ana SayfaCÎHANGer Rûsya Gaza Almanya Qut Bike, Wê Bandorên Çawa Çêbin?

Ger Rûsya Gaza Almanya Qut Bike, Wê Bandorên Çawa Çêbin?

Derkirîna gaza Almanya di 2021’an de ji % 55 û di çaryeka yekê ya sala 2022’an de jî ji % 40’ê ji gaza Rûsya pêk hat.

Wezîrê aborîyê Robert Habeck ragihand ku Almanya berîya nîvê sala 2024’an nikare bi tevahî ji girêdabûna gaza Rûsî xwe xilas bike.

PIRSGIRÊK ÇI YE?
Moskowê hefteya borî dîyar kir ku wê heta 31’ê Adarê sîstemeke ava bike ku welatên “nedost” – yên piştgirîya toleyên dijî Rûsya ku jiber dagirkirina Ukrayna hatine ragihandin-wê buhayê gazê bi dirava Rûsî Ruble bidin.

Di nav wan welatan de Almanya, hêza pîşesazî ya Ewrupayê û hevalbendên din yên Ewrupî hene.

Piranîya welatan niha heqê gazê Rûsî bi euro an dolar didin.

Habeck daxwaza Rûsya red kir û got ku divê peyman li gor şert û mercên heyî bidome.

PLANA GAZÊ YA ALMANYA ÇI YE?
Di “Plana Awarte ya Gazê” ya Berlînê de sê astên krîzê hene:
Asta yekê, ya ku hikûmetê îro destpê kiriye, hişyarîya (alarm) zû ye, gava ku nîşan hebin ku peydakirina awarte ya gazê hewce be.

Asta duyê hişyarî ye, dema ku têkçûneke peydakirinê yan daxwazeke pir zêde bilind hevsengîya gelemperî xira bike, lê dîsa jî dikare bê maytekirina ji derve were rast kirin.

Asta sêyê rewşa awarte ye, dema ku tedbîrên bingehîn yên bazarê nikarin kêmahîyan çareser bikin. Di vê qonaxê de, sazîya Almanya, Bundesnetzagentur, divê biryarê bide ka ew gaza mayî çawa li seranserê welêt belav bike.

PÊŞÎ BANDORÊ LI KÊ DIKE?
Heke Almanya bi têra xwe gazê peyda neke, wê di serî de pîşesazî bandor be ku çar ji yeka pêdivîya gazê ya Almanyayê pêk tîne.

Leonhard Birnbaum, berpirsê koma enerjîyê ya Alman dibêje ku ev tê vê wateyê ku hilberîna pîşesazîyê hinda be, ya ku zincîra peydakirina kelûpelan hildiweşîne.

Birnbaum hişyar dike ku wê zararên pir giran pêk werin.

Xanîyên hemwelatîyan wê pêşî bandorê bibînin, lê nexweşxane, dezgehên lênerînê û sazîyên din yên xizmetên giştî yên bi hewcedarîyên taybetî wê herî dawî di bin bandorê de bimînin.

Ji bilî peydakerên enerjîyê, pîşesazîyên ku herî zêde ku ji hindakirina gazê ditirsin, yên kîmyayî ne; yên ku gazê bo çêkirina her tiştî ji plastîk bigire heya bi kar tînin.

Çêkerên otomobîlan jibo hilberîna perçeyên wek pîl û cîlan jî hewceyî alavên kîmyayî ne.

Rafînerî jî bo çêkirina berhemên mîna nafta, benzîn, şewit firokan, mazot û nefta germkirinê; hewceyî gazê ne.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights