Ana SayfaKURDISTANNûnertîya Rêvebirîya Xweser li Herêma Kurdistanê Ser Kuştina Ferhad Şiblî Hûrgilîyên Nû...

Nûnertîya Rêvebirîya Xweser li Herêma Kurdistanê Ser Kuştina Ferhad Şiblî Hûrgilîyên Nû Eşkere Dike

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, Evîn Siwêd, nûnera rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê li Herêma Kurdistanê radigihîne ku Ferhad Şiblî bi fermî hatiye Herêma Kurdistanê bi armanca çareserîya tendirûstî, wê got:

“Şehîd Ferhad Şiblî wek welatê xwe li Herêma Kurdistanê nihêrî, ji ber vê yekê ew ji bo dermankirina bijîşkî demekê hat vir. Lê wî serdana xizm û gelê xwe yê rojavayê Kurdistanê bi taybetî li Kelarê kir. Em ji mafê xwe dibînin ku em li vir peywendiyan deynin da ku piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin. Ev jî ne qedexe ye li tu derên cîhanê.”

Nûnera Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûryê, anî ziman ku armanc girtina Ferhad Şiblî li Herêma Kurdistanê karek ‘ne çaverêkirî bû’.

Evîn her wiha got, li cihekî mîna Kelarê, ku wan ji bo afirandina herêmeke federal gelek qurbanî dane, bêguman ne li bendê bûn ku em êrîşeke bi vî rengî bibînin, gelê Kelarê jî ne li benda êrîşeke bi vî rengî bû.”

Her wiha bang li hikûmeta Iraqê û herêma Kurdistanê jî dike ku li hember bombebaranên hikûmeta Tirk yên li ser xaka Iraqê bertekên xwe nîşan bidin
“Pêwîst e li hemberî van êrîşan li Bexda û herêma Kurdistanê bertek were nîşandan, ji ber ku ev yek serweriya xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê binpê dike û Kelar jî, ji sînorê Tirkiyeyê dûr e” û wiha got: “Tê pirsyarkirin ku êrîş çawa li wir pêk hatiye.”

Derbarê pirsa heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar yên herêma Kurdistanê derbarê kuştina Ferhad Şiblî û hevalên wî ji we re tiştek ne ragihandîye. Evîn Siwêd got, wan bi awayekî fermî daxwaza zelalkirinê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, lê hê daxwaza wan nehatiye bersivandin, û dibêje:

“Me bi fermî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestiye ku bûyerê lêkolîn bike û sedem û komên li pişt wê eşkere bike, lê mixabin bi rêya peywendiya kesane hin helwest li hember şehîdkirina Ferhad Şiblî çêbûne, lê heta niha bi awayekî fermi ne nameke sersaxîyê ji me re hatiye û sozdan lêpirsîn û dîtina tawanbaran jî tiştek weha ji me re nehatiye gortin.”

Her çende 5 roj bi ser bombbarana drona Tirkiyê li qeza Kelar re derbazbûn ku tê de Ferhad Şiblî û sê kesên din hatin kuştin, lê hikûmet û berpirsên peywendîdarên herêma kurdistanê bi awayekî fermî derbarê wê êrîşê ti daxuyaniyek neragihandî ye.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights