Ana SayfaCÎHANDI HEYAMA 6 MEHÊN BÊ DE BIRÇÎTÎ JIYANA 20 MILYON KES DIKE...

DI HEYAMA 6 MEHÊN BÊ DE BIRÇÎTÎ JIYANA 20 MILYON KES DIKE METIRSIYÊ

Rêveberê Giştî yê rêxistina xwarin û çandiniyê li Neteweyên Yekbûyî Jose Graziano Da Silva ragehand ku, îsal û di heyama 6 mehan de derdora nêzîkî 20 milyon kes ji ber birçîbûnê rastî mirinê dibin, eger alîkariya wan neye kirin.

Îro roja Duşemê 24.04.2017 û di çarçoveya vekirina Encûmena rêxistina xwarin û çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî li Romayê Rêveberê Giştî yê rêxistinê Jose Graziano Da Silva jiyana 20 milyon kes di metirsiyê de û wê ji birçîtiyê bimirin eger alîkariyan newe kiri.

Jose Graziano Da Silva da zanîn ku, birçîtî ne tine mirovan dikuje, lê aramiyê jî peydanake û mirovan hejar dike.

Herwiha Rêveberê Giştî yê rêxistina xwarin û çandiniyê li Neteweyên Yekbûyî tekez kir, pêwîste pêngavên bilez werin avêtin daku, jiyana wan kesan ji birçîbûnê rizgarbibe, da zanîn ku, praniya wan kesan  li bakur rojhelatê Nîcîriya, Somal, başurê Sodan û Yemenê ne.

BasNews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights