Ana SayfaGIŞTÎDerûnnas ji girtî pirsa 'tu yê întihar bikî newsa?' kir

Derûnnas ji girtî pirsa ‘tu yê întihar bikî newsa?’ kir

Mehmet Emîn Çam ku ji doza jê dihat darizandin ceza lê hat birîn û di 14’ê adarê de polisan bi ser mala wî de girtin û ew girtin û birin Girtîgeha Tîpa M a Êlihê. Çam, li girtîgehê kirine qawişa yekkesî. Hat angaştkirin ku dema kontrola tenduristiyê Çam birine nexweşxaneyê derûnnas pirsa ‘tu yê întihar bikî newsa?’ jê kiriye. Çam, di sala 2012’an de dema ku Serokatiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) Bajar a Sêrtê dikir, bi angaşta ku “Di Meclisa Bajar a KCK’ê de cih digire” hatibû girtin û piştî ku 10 di girtîgehê de mabû hatibû berdan. 

NEXWEŞIYÊN BAVÊ XWE VEGOT

Keça Çam Şîmel Çam, da zanîn ku ji ber 9 sal cezayê li bavê wê hatiye birîn hatiye erêkirin hatiye girtin. Çam, qala tenduristiya bavê xwe kir û ev agahî dan: “Di mêjiyê bavê min de ûr heye, di gurçikên wî de jî kîst heye, kîsikê zirav ê bavê min bi emeliyatê jê hatiye girtin û ji ber vê timik dermanên tenikkirina xwînê û êşbirê bi kar tîne. Di 25’ê adarê de çûm hevdîtina wî bi zorê xwe li ser piya digirt û diaxivî. Jimartina li ser piya li bavê min ferz dikin. Gotine tu jimartina serê sibehê û êvarê nikarî bi şimik û eşofman bidî.”

‘ARMANC DEFANDINA BER BI ÎNTIHARÊ VE YE’

Çam, angaşt kir ku dema ku bavê wê birine nexweşxaneyê derûnnas pirsa “Tu yê întîhar bikî newsa?” ji bavê wê kiriye û derbarê mijarê de ev tişt got: “Li ser vê bavê min bertek nîşan dide û dibêje, ‘weke bijîjkek tu vê çawa dibêjî’. Piştî vê derûnnas dikene û dibêje, ‘min henek kir’. Derûnnasek çawa hevokek wiha bi kar tîne. Li vir armanc defandina ber bi întiharê ve ye. Ji nexweşekî giran ku nikare bimeşe re ev gotin li dijî mirovahiyê ye.”

Di dawiya axaftina xwe de Çam, destnîşan kir ku bavê wê nikare li girtîgehê bimîne û bang li rayedaran kir ku bavê bê berdan.

MA / Fethî Balaman

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights