Ana SayfaGIŞTÎDEMA DESTESERKIRÎMANA MAFPARÊZAN 7 ROJAN HAT DIRÊJKIRIN

DEMA DESTESERKIRÎMANA MAFPARÊZAN 7 ROJAN HAT DIRÊJKIRIN

 

Dozgeriya Stenbolê biryara 7 rojan dirêjkirina dema desteserkirînmana mafparêzan da. Kesên mafparêz li Girava Mezin a Stenbolê dema ji bo perwerdeyê kom bûbûn, polîsan ew desteser kiribûn.

Mafparêz di 5ê Tîrmehê de hatin desteserkirin. Ew bi “endambûna rêxistina terorî” têne sûcdarkirin.

Dozgerê, Can Tûncay li ser daxwaza Bûroya Têkoşîna li Dijî Terorê ya Stenbolê dema destserkirinê 7 rojan dirêj kir.

Li gor agahiyên Selîm Nakipoglûyî ji bianetê re gotîn mafparêzên desteserkirî li Emniyeta Stenbolê ya ku li ser Caddeya Vatanê ye dimînin.

Parêzera mafparêzan Oya Merîç Eyûpoglûyê diyar kir, wan texmîn dikir ku dema desteserkirinê dê bê dirêjkirin.

“Sûcek nîne. Ew lê digerin ka ew ê çawa sûcekê ji mafparêzan re bibînin.,

“Em di wê qinaetê de ne ku [polîs] ji ber vê yekê li malan digerin.

“Hevalên me yên desteserkirî jî texmîn dikirin ku dema desteserkirinê dê bê dirêjkirin.

“Moralê mûvekilan ne xerab e, ew li bendê ne ev pêvajo temam bibe.”

(BK/MB)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights