Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊDadgehê cezayê hefsê li rojnamevan Hayrî Demîr birî

Dadgehê cezayê hefsê li rojnamevan Hayrî Demîr birî

Danişîna biryarê ya doza rojnamevan Hayrî Demîr ku bi îdiaya “propaganda rêxistinê kiriye” û “endamê rêxistinê ye” dihat darizandin û heta 32 sal cezayê hefsê jê re dihat xwestin, hat lidarxistin. Danişîn li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Parêzera Demîr, Nûray Ozdogan tev li danişînê bû. Heyeta dadgehê ji “endamtiya rêxistinê” bi hêceta delîlên têrkirî tune ne biryara beraetê da Demîr û ji “propaganda rêxistinê” jî 2 sal û 9 meh û 22 roj cezayê hefsê li Demîr birî. Dadgehê qedexekirina derketina derveyî welat rakir û biryar da ku hikmê cezayê hatiye birîn taloq kir. 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights