Ana SayfaGIŞTÎDADGEHA DESTÛRÎ: "Mafê civîn û xwenîşandana dersdêran hatiye binpêkirin"

DADGEHA DESTÛRÎ: “Mafê civîn û xwenîşandana dersdêran hatiye binpêkirin”

Dadgeha Destûra Bingehîn di biryara xwe de diyar kiriye ku mafê civîn û xwenîşandanê ya du dersdêrên ji Amedê hatiye binpêkirin. Mamoste bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê beşdarî çalakiyê bûbûn.

Dersdêr Yilmaz Guneş û Yûsûf Karadaş 19ê Îlona 2011ê li Amedê beşdarî xwenîşandanekê bûbûn ku daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ango zimanê zikmakî dikir. Xwenîşandan ji hêla Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egitim-Sen) ve hatibû çêkirin û her du dersdêr jî endamên heman sendîkayê bûne. Lê ji ber beşdariya wan a vê çalakiyê, cezayê disiplînê li wan hatibû birîn.

Dadgeha Destûra Bingehîn biryar girt ku bi cezakirina her du dersdêran re “mafê civîn, xwenîşandan û meşê hatiye binpêkirin.”

Li gorî vê biryarê wê dewlet 4 hezar TL’yî û mesrefên dadgehê bide her du dersdêran.

Li hemberî cezayî serî li dezgehên îdarî hatibû dayîn lê daxwaza wan nehatibû qebûlkirin. Li ser vê rewşê sendîkayê li ser navê her du dersdêran serî li dadgehê dabû. 2yem Dadgeha Îdarî ya Amedê 10ê Nîsana 2014ê bi pirdengî daxwaza dersdêran qebûl nekiribû.

Piştî biryara dadgehê Guneş û Kadaraşî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn û dadgehê 26ê Kanûna Pêşiyê (Berfenbar) ya 2018ê biryara binpêkirina mafan daye. (AS/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights