Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊCPJ: Herêma Kurdistanê berê navenda azadîya medya bû, niha rewş xirab e

CPJ: Herêma Kurdistanê berê navenda azadîya medya bû, niha rewş xirab e

CPJ’ê ji zarê jêderên herêmî da zanîn ku karbidestên ewlekarîyê di 5 û 6’ê Tebaxê de li Herêma Kurdistana Îraqê bi kêmî ve 20 rojnamevan desteser kirine û herî kêm sazîyeke medya girtine.

Li gor daxuyanîya CPJ’ê temamê wan rojnamevanan ser çalakîyên Tevgera Nifşê Nû, ku partîyeke rikeberîyê ye, çêkirine û çêdikirine.

Çalakîyên wê tevgerê pirtir li ser bac, buhayên neftê û derfetên kar bûn.

Berpirsê CPJ’ê yê bo Rojhilata Navîn û Afrîqaya Başûr Şerîf Mansûr dîyar kir ku zexta li ser medyaya Herêma Kurdîstana Îraqê bi girtin û destdirêjîya ser rojnamevanan rabûye asteke dîtir.

Mansûr got ku demekê Herêma Kurdistana Îraqê li Rojhilata Navîn bo azadîya medya navendeke sereke bû, lê dîyar kir ku ew niha bi zexta li ser medya di rêza pêş de ye.

Roja Şemîyê li Silêmanîyê tîmeke du kesî ya Dengê Amerîka (VOA), Snur Kerîm û Mihemed Azad Mejîd, ku bo servîsa Kurdî dixebitî, hat desteser kirin.

VOA’yê dîyar kir ku tevî tîmê ji karbidestên herêmî bo şopandina çalakîyê destûr xwestiye jî desteserkirin çêbûye.

Li gor daxuyanîya VOA’yê, karbidestên ewlekarîyê her çiqas dest danîne ser mîkrofon û telefonan û dûre ew bi şûnda dane jî, karbidestan zor dane ku ew kaxetekê îmza bikin.

Karbidestên ewlekarîyê ser rewşa wan ya jîyanê û fikrên wan yên sîyajî jî pirs pirsîne û çend saetan desteserkirî mane.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights