Ana SayfaKURDISTANBRITANYAYÊ RAGIHAND KU AMADEYA JI BO ALÎKARIYA KURDISTANÊ

BRITANYAYÊ RAGIHAND KU AMADEYA JI BO ALÎKARIYA KURDISTANÊ

Balyozê Brîtanya yê Iraqê Frank Baker di civîna xwe ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ragihand ku Brîtanya amadeye ku ji bo derbaskirina qeyrana darayî, alîkariya Herêma Kurdistanê bike.

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistanê (RHK)  îro li bajarokê Pîrmamê bi Balyozê Brîtanyayê yê Iraq’ê Frank Baker re hevdîtinek pêk anî. Hat ragihandin ku di hevdîtinê serdana Barzanî ya ji bo Elmanyayê, Beşdarbûna Konferansa Ewlekariyê ya li Elmanyayê, qeyrana aborî ya li Herêma Kurdistanê û hewldanên Hikûmetê yên ji bo çareserkirina qeyranê hatin gotûbêj kirin. Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma kurdistanê , Balyozê Birîtanya li Iraqê Frank Baker di civînê de ji Barzanî re ragihandiye ku London amade ye bi rêya şêwirê û şandina tîmên teknîkî alîkariya Herêma Kurdistanê bike, daku qeyrana aborî derbas bike. Hat zanîn ku di hevdîtinê de li geşedanên siyasî û leşkerî yên dawiyê û amadekariyên operasyoan Mûsilê jî di hevdîtinê de hatin axaftin

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights