Ana SayfaÇAND HUNERBERNAMEYA MEHA ADARÊ YA WÊJEGEH AMEDÊ DIYAR BÛYE

BERNAMEYA MEHA ADARÊ YA WÊJEGEH AMEDÊ DIYAR BÛYE

Bernameya meha Adarê ya Wêjegeh Amedê diyar bûye. Mêvanê duyem yê vê mehê yê rêzeya “Çanda Kurdî ya Li Sovyeta Berê” wê rojnameger û nivîskar Wezîrê Eşo be.

Wêjegeh Amedê bernameya xwe ya meha Adarê aşkere kiriye.

Di bernameya Wêjegeha Amedê de çend mijarên cihereng wê werin pêkanîn.

Bi bernameya bi navê “Roja Nivîskar”, nivîskarên ji wêjeya kurdî û tirkî, tevlî pirtûkên xwe, wê werin ba hev.

Mêvanê duyem yê rêza Çanda Kurdî ya Sovyeta Berê, “Wezîrê Eşo; Nivîskar û Rojnamegerê Wî Alîyê Erezê” ye. Wezîrê Eşo; yê ku yek ji kevirê takeşê yê Edebîyata Modern ya Sovyeta Berê ye û di jîyana xwe ya zêdeyî 80 salî de çîroknivîsîya Kurdî gihandiye asta jorîn û di Rojnameya Riya Teze de tevkarî bo pêşveçûna zimanê Kurdî kiriye û salên xwe yên li Erîwan-Tîflîs-St. Petersburgê, nav û kirinên pêşewa û paşewayên nifşa rewşenbûnê di xwe de li bênderê xistiye û li Ewropayê, ku bi eşqa Kurdî-Kurmancî ya wekî roja yekem demên dawî yên jîyana xwe lê bihurandiye.(AY)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights