Ana SayfaKURDISTANBaskê El Qaydê li Şûrîyê Çima Derbazî Bajarê Efrînê Bû?

Baskê El Qaydê li Şûrîyê Çima Derbazî Bajarê Efrînê Bû?

Li gor jêderên xwecîhî ji hundir herêmê ji Dengê Amerîka re raginedin ku, HTŞ ji alîyê bakur rojavayê bajêr ve ketiye taxa Mehmûdîyê, piştî ku gundê Maratê û girê Kererşîlê kontrol kirin.

Jêderan da zanîn ku HTŞ di vê pêşveçûna xwe de tu rêgirî yan astengî ji alîyê hêzên Tirkî ve ku li herêmê serdest in, nedîtiye, herwiha hin komên çekdar yên bi ser wê ve tevlî HTŞ bûne.

Derbazbûna HTŞ ya bajarê Efrînê piştî rojekê tê ku wê kanîbûye bajarokê Cindirêsê û gelek gundên wê nahîyê û nahîya Şêrewa bixe bin kontrola xwe.

Ev pêşhate di demekê de tên ku şer û pevçûnên dijwar di navbera komên çekdar de derketibûn, ku koma bi navê “El-Cebha El-Şamîyê” û koma bi navê “Firqet El-Hemzat” li herêma Efrînê û li çend deverên din yên bakur rojhilata Helebê bi hev ketibûn, ku HTŞ jibo piştdana “El-Hemzat” berê xwe dabû Efrînê.

Herwiha li gor agahîyên hatine destxistin ew bi rêya du mihweran ve ji Îdlibê ketiye Efrînê.

Mihwerê yekê ji gundê Xezêwîyê ve ber bi gundên Basûtê, Kurzêlê û Tirindê ve, ku li başûrê bajêr dikevin, li wir û çiyayên derdorê bi cîh bûbû, herwiha mihwerê duduyê jî ji gundê Dêr Belûtê ve berê xwe dabû bajarokê Cindirêsê.

Hemwextî vê pêşveçûna HTŞ ya doh de koma “Silêman Şah” ku bi navê “El-Emşat” tê naskirin û nahîya Şîyê kontrol dike, êrîşî nahîya Mabata kiriye û “El-Cebha El-Şamîyê” ji wir derxistiye.

Di van bûyeran de hajmareke piştrast ya kuştî û birîndarên çekdaran nehatiye eşkere kirin, herwiha qurbanîyên di nava sivîlan de jî nehatine zanîn.

Çalakvanên Kurd hişyarî dabûn ku gelê herêmê yê resen rastî metirsîyên nû tê, nemaze piştî ku pîrejineke Kurd li gundê Kurzêlê ji ber guleyên bêserûber canê xwe ji dest dabû.

Her di vê çarçovayê de hêjayî bi bîr xisitnê ye ku komên “El-Emşat” û “El-Hemzat” piranîya wan Tirkmen in, herwiha “El-Cebha El-Şamîyê” Ereb in û nêzîkî rêxistina El-Îxwan El-Muslîmîn e.

Ev her sê kom û bi dehan komên din yên bi navên cuda di bin banê “El-Ceyş El-Wetenî” de tên rêxistin kirin, ku Tirkîyê ew di sala 2017an de damezrandibû û di êrîşa dijî Efrînê de bi kar anîbûn

Hêjayî balkişandinê ye ku HTŞ di meha Hezîrana borî de derbaz herêma Efrînê bûbû û giheştibû nêzîkî bajêr, lê bi fermana Tirkîyê paşve kişîbû. Loma, pirs û guman hene ku gelo vê carê dê dîsa vekişe yan xwe li herêmê bi cîh bike, taybetî pêşveçûna wê li pêş çavên hêzên Tirkî û bi desteka gelek komên ser bi Enqerê ve çêbûye.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights