Ana SayfaBERDEVKÊ HSDÊ SİLO: "PÊVAJOYA OPERASYONA REQQA YA 3YEMÎN Dİ NÊZ DE DESTPÊ...

BERDEVKÊ HSDÊ SİLO: “PÊVAJOYA OPERASYONA REQQA YA 3YEMÎN Dİ NÊZ DE DESTPÊ DİKE”

Berdevkê Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) Talal Silo di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku pêvajoya operasyona Reqqa ya 3yemîn di nêz de destpê dike.

Herwiha Berdevka Odeya Çalakî ya Xezaba Firatê û Fermandara Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Cihan Şêx Ehmed got: “Em ê bajarê Reqqayê ji rêxistinê terorîst a DAIŞê rizgar bikin û em qebûl nakin ku ne Tirkiye û ne jî hêzeke din bajêr bistîne.”Li gorî zanyariyên ku ji Hêzên Sûriyeya Demoratîk hatine wergirtin pêvajoya operasyona Reqqa ya 3yemîn ji nêzîk ve wê ji terefê HSDê ku YPG jî di nav de ye were destpêkirin û hêza taybet a HSDê ku hatiye perwerdekirin wê tevlî operasyonê bibin. Bi pêvajoya 3yemîn ve hêzên HSDê wê hetanî nava bajêr herin û navendê dorpêç bikin. herwiha li gorî zanyariyan wê leşkerên amerîkî jî di operasyonê de cih bigirin û balafirên şer ên koalîsyonê jî wê piştgiriya hewayî pêk bîne.

HETANÎ 2 AN JÎ 3 ROJAN OPERASYONA REQQAYÊ DESTPÊ DIKE

Talal Silo di berdewamiya axaftina xwe ya Spûtnîkê de got: “Heta demeke nêzîk wê pêvajoya 3yemîn a operasyona Reqqayê were destpêkirin. Dîroka operasyonê ne diyare, lê wê di demeke nêz de hetanî 2 an jî 3 rojan wê destpê bike.”

EM QEBÛL NAKIN KU TU HÊZEKE DIN TEVLÎ OPERASYONÊ BIBE

Operasyona Reqqayê
Telal Silo: Hêzên nû beşdarî operasyona Xezeba Firatê bûn

Ji aliyê din ve Berdevkê Odeya Çalakî ya Xezaba Firatê û Fermandara HSDê Cihan Şêx Ehmed di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de bi tundî li dijî plana Tirkiyeyê ya operasyona Reqqayê derket û wiha got: “Dema me merhaleya pêşî ya operasyona rizgarkirina Reqqayê destpê kir me gotibû Reqqa wê ji terefê hêzên HSDê ve were azadkirin, me gotibû wê şervanên Odeya Çalakî ya Xezeba Firatê di operasyona Reqqayê de cih bigirin. Ji xwe piraniya van şervanan ji Reqqayê ne. Di operasyona Reqqayê de gelek grûp tevlî me bûn û di binê navê HSDê de di operasyonê de cih girtin. Em tevlîbûna wan girîng dibînin. Ji bo cihgirtina Tirkiyeyê di nava operasyona Reqqayê de berê jî me gotibû, ji xeyrî sûriyeyiyan nabe ku tu hêz tevlî operasyonê bibin. Em vê qebûl nakin. Daxuyaniya Tirkiye ku gotibû ‘ em ê bi ber Reqqayê ve herin’ ji bo me ne girîng e.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk - HSD - HSDê
Cîhan Şêx Ehmed: Hêzên me 20 km pêşve çûn

EM Ê BI PRATIKA XWE ÎSPAT BIKINŞêx Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em qebûl nakin ku tu hêzeke biyanî tevlî operasyonê bibe. Ez bixwe reqqayî me û hêza me ku em Reqqayê azad bikin heye. Pêwistî bi alîkariya dewleteke din tuneye. Em wekî HSDê bi hêz bûne û dikarin Reqqayê Azad bikin. Ji bo daxuyaniya Erdogan an jî kesên din ne girîng in. Em bi îsrar in em ê bajarê xwe azad bikin. Em wekî keç û xortên reqqayî yên kurd û ereb, wekî gelê Sûriyeyê dikarin axa xwe û herêma xwe ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar bikin. Em ê hetanî dawî tekoşîna xwe bidomînin û em ê vê bi pratika xwe îspat bikin.”

Hikmet Durgun

SPUTNİK

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights