– Li navçeya Sûrê ya Amedê qedexeya derketina kolanan ket roja 91’an û dorpêç û şerê li ser navçeyê jî didome. Îro bi pêşengiya HDP, PHD, KJA û KCD’ê ji bo ku dorpêça li ser Sûrê rabe di saet 16.00’an de meşek hat lidar xistin û ligel destpêkirina meşê, polîsan jî dest bi êrîşa girseyê kir û şer û pevçûnên li Sûr û derveyî jî berdewam in. Tê ragihandin ku gelek barîkatên ku polîsan danîbûn ji aliyê gel ve hatine rakirin û şewitandin. Pevçûn di navbera gel û polîsan jî lig elek aliyên bajêr belavbûne. Her wiha piştî midaxeleya polîsan û destpêkirina pevçûnan bangeke din jî ji pêşengên meşê HDP, PHD, KJA û KCD’ê hat û tê de wiha hat gotin, “Em ê mirovên xwe rizgar bikin. Divê tu kes venegere mala xwe.”
Rayederên dewleta Tirkiyê bertekeke tund nîşanî banga partî û saziyên kurd yên ji bo şikandina meşê dabûn û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan jî Nîjeryayê axivîbû û ragihandibû ku divê dozger ya dikeve ser milên wan bikin.
Dorpêç û qedexeya li ser Sûrê ev 91 roj in berdewame û tê gotin ku di gelek avahiyan de sivîl asê mane. Partî û saziyên kurd jî bang kiribûn ku divê encameke weke ya Cizîrê dernekeve û bang li gelê kiribû ku ber bi Sûrê ve bimeşin.
Her wiha tê ragihandin ku şer û pevçûnên di nava Sûrê de jî dijwar bûne û dengê teqînan ji gelek aliyên bajêr tên bihîstin.